Quran Apps in many lanuages:

Surah Ghafir Ayahs #48 Translated in Kurdish

فَسَتَذْكُرُونَ مَا أَقُولُ لَكُمْ ۚ وَأُفَوِّضُ أَمْرِي إِلَى اللَّهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ بَصِيرٌ بِالْعِبَادِ
Vêca hûnê di nêz de tiþtê ez ji we re dibêjim di bîr bînin, û ez karê xwe her dispêrim Xuda. Lewra bêguman Xuda bendeyan baþ dibîne
فَوَقَاهُ اللَّهُ سَيِّئَاتِ مَا مَكَرُوا ۖ وَحَاقَ بِآلِ فِرْعَوْنَ سُوءُ الْعَذَابِ
Vêca Xuda wî ji xerabiyê tiþtê lê xax û daf çêkiribûn parast û xerabê ezaba malbata Fîr´ewn girte nav xwe
النَّارُ يُعْرَضُونَ عَلَيْهَا غُدُوًّا وَعَشِيًّا ۖ وَيَوْمَ تَقُومُ السَّاعَةُ أَدْخِلُوا آلَ فِرْعَوْنَ أَشَدَّ الْعَذَابِ
Ew sibe û êvara li ser agir têne pêþkêþ kirin û roja danê qiyametê radibe hûn malbata Fîr´ewn têxin zortirê ezaba
وَإِذْ يَتَحَاجُّونَ فِي النَّارِ فَيَقُولُ الضُّعَفَاءُ لِلَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا إِنَّا كُنَّا لَكُمْ تَبَعًا فَهَلْ أَنْتُمْ مُغْنُونَ عَنَّا نَصِيبًا مِنَ النَّارِ
Û (di bîr bîne) dema ew di agir de bi hev re xirecirê dikin, vêca ên bindest ji ewên serdestên qure re dibêjin ku: Bêguman em peyrewê we bûn, vêca hûn dikarin parîkî agir ji me dûr bikin-me jê bêhewce kin
قَالَ الَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا إِنَّا كُلٌّ فِيهَا إِنَّ اللَّهَ قَدْ حَكَمَ بَيْنَ الْعِبَادِ
Ewên serdestên qure gotin ku: "Bêguman em tev tê de ne. Bêguman Xuda di navbera bendeyan de hukim kiriye

Choose other languages: