Quran Apps in many lanuages:

Surah Ghafir Ayahs #51 Translated in Kurdish

وَإِذْ يَتَحَاجُّونَ فِي النَّارِ فَيَقُولُ الضُّعَفَاءُ لِلَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا إِنَّا كُنَّا لَكُمْ تَبَعًا فَهَلْ أَنْتُمْ مُغْنُونَ عَنَّا نَصِيبًا مِنَ النَّارِ
Û (di bîr bîne) dema ew di agir de bi hev re xirecirê dikin, vêca ên bindest ji ewên serdestên qure re dibêjin ku: Bêguman em peyrewê we bûn, vêca hûn dikarin parîkî agir ji me dûr bikin-me jê bêhewce kin
قَالَ الَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا إِنَّا كُلٌّ فِيهَا إِنَّ اللَّهَ قَدْ حَكَمَ بَيْنَ الْعِبَادِ
Ewên serdestên qure gotin ku: "Bêguman em tev tê de ne. Bêguman Xuda di navbera bendeyan de hukim kiriye
وَقَالَ الَّذِينَ فِي النَّارِ لِخَزَنَةِ جَهَنَّمَ ادْعُوا رَبَّكُمْ يُخَفِّفْ عَنَّا يَوْمًا مِنَ الْعَذَابِ
Ewên di agir de ji dergavanê dojehê re gotin ku: "Hûn ji perwerdekarê xwe bixwazin bira rojek ezab ji me sivik bike
قَالُوا أَوَلَمْ تَكُ تَأْتِيكُمْ رُسُلُكُمْ بِالْبَيِّنَاتِ ۖ قَالُوا بَلَىٰ ۚ قَالُوا فَادْعُوا ۗ وَمَا دُعَاءُ الْكَافِرِينَ إِلَّا فِي ضَلَالٍ
(Dergavanan) got ku: Ma qey pêxemberên we ji we re delîlên xuya neanîn." Gotin: "Belê (anîn)." (Dergavanan) got ku: "Hûn gazî kin, lê gaziya kafiran hey pûç û beredaye
إِنَّا لَنَنْصُرُ رُسُلَنَا وَالَّذِينَ آمَنُوا فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَيَوْمَ يَقُومُ الْأَشْهَادُ
Bêguman em, hem di jiyana dinê de û hem jî di roja ku danas radibin de yariya pêxemberên xwe û ên bawerî anîne dikin

Choose other languages: