Quran Apps in many lanuages:

Surah Fussilat Ayahs #10 Translated in Kurdish

قُلْ إِنَّمَا أَنَا بَشَرٌ مِثْلُكُمْ يُوحَىٰ إِلَيَّ أَنَّمَا إِلَٰهُكُمْ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ فَاسْتَقِيمُوا إِلَيْهِ وَاسْتَغْفِرُوهُ ۗ وَوَيْلٌ لِلْمُشْرِكِينَ
Tu bêje ku: "Bêguman ez jî her mirovekî wekî we me ku bal min ve tê wehî kirin ku bêguman Xudayê we her Xudakî yekta ye, êdî hûn xwe bal ve rast bikin û jê bexþînê bixwazin. Xulî li serê pûtperestan be
الَّذِينَ لَا يُؤْتُونَ الزَّكَاةَ وَهُمْ بِالْآخِرَةِ هُمْ كَافِرُونَ
Ewên ku xwe bi yektaperestiyê ji pûtperestiyê pak nakin û ew bi axretê jî kafir in
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَهُمْ أَجْرٌ غَيْرُ مَمْنُونٍ
Bêguman ewên ku bawerî anîne û karên qenc kirine ji wan re xelatek bêkêmasî û bêdawî heye
قُلْ أَئِنَّكُمْ لَتَكْفُرُونَ بِالَّذِي خَلَقَ الْأَرْضَ فِي يَوْمَيْنِ وَتَجْعَلُونَ لَهُ أَنْدَادًا ۚ ذَٰلِكَ رَبُّ الْعَالَمِينَ
Tu bêje ku: "Ma hûn bera bi ewê ku zemîn di du rojan de aferandiye kafir dibin û jê re hemtayan çêdikin? Evê han perwerdekarê hemû alema ye
وَجَعَلَ فِيهَا رَوَاسِيَ مِنْ فَوْقِهَا وَبَارَكَ فِيهَا وَقَدَّرَ فِيهَا أَقْوَاتَهَا فِي أَرْبَعَةِ أَيَّامٍ سَوَاءً لِلسَّائِلِينَ
Û li ser rûyê zemîn tê de çiyayên paydar çêkiriye û tê de firehî çêkiriye û tê de di çar rojan de zadê wan li wan parve kiriye; ji hemû hewcedaran re wekî hev bi pîvan daye

Choose other languages: