Quran Apps in many lanuages:

Surah Fussilat Ayahs #12 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَهُمْ أَجْرٌ غَيْرُ مَمْنُونٍ
Bêguman ewên ku bawerî anîne û karên qenc kirine ji wan re xelatek bêkêmasî û bêdawî heye
قُلْ أَئِنَّكُمْ لَتَكْفُرُونَ بِالَّذِي خَلَقَ الْأَرْضَ فِي يَوْمَيْنِ وَتَجْعَلُونَ لَهُ أَنْدَادًا ۚ ذَٰلِكَ رَبُّ الْعَالَمِينَ
Tu bêje ku: "Ma hûn bera bi ewê ku zemîn di du rojan de aferandiye kafir dibin û jê re hemtayan çêdikin? Evê han perwerdekarê hemû alema ye
وَجَعَلَ فِيهَا رَوَاسِيَ مِنْ فَوْقِهَا وَبَارَكَ فِيهَا وَقَدَّرَ فِيهَا أَقْوَاتَهَا فِي أَرْبَعَةِ أَيَّامٍ سَوَاءً لِلسَّائِلِينَ
Û li ser rûyê zemîn tê de çiyayên paydar çêkiriye û tê de firehî çêkiriye û tê de di çar rojan de zadê wan li wan parve kiriye; ji hemû hewcedaran re wekî hev bi pîvan daye
ثُمَّ اسْتَوَىٰ إِلَى السَّمَاءِ وَهِيَ دُخَانٌ فَقَالَ لَهَا وَلِلْأَرْضِ ائْتِيَا طَوْعًا أَوْ كَرْهًا قَالَتَا أَتَيْنَا طَائِعِينَ
Paþê bal asîman ve ku ew hê dû bû qesd kir vêca jê re û ji zemîn re got ku: "Hûn herdû bi dil yan bêdil werin." Herdûyan jî got ku: "Em bi dilê xwe tên
فَقَضَاهُنَّ سَبْعَ سَمَاوَاتٍ فِي يَوْمَيْنِ وَأَوْحَىٰ فِي كُلِّ سَمَاءٍ أَمْرَهَا ۚ وَزَيَّنَّا السَّمَاءَ الدُّنْيَا بِمَصَابِيحَ وَحِفْظًا ۚ ذَٰلِكَ تَقْدِيرُ الْعَزِيزِ الْعَلِيمِ
Vêca wî wan di du rojan de kir heft asîman û di her asîmanî de karê wî wehî kir. Me asîmanê dinê (jêrîn) jî bi (sitêrkên wekî) çirayan xemiland û me wan parast. Lihevanîn û pîvana (Xudayê) serkeftiyê zana eva haye

Choose other languages: