Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #76 Translated in Kurdish

وَعَدَ اللَّهُ الْمُؤْمِنِينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا وَمَسَاكِنَ طَيِّبَةً فِي جَنَّاتِ عَدْنٍ ۚ وَرِضْوَانٌ مِنَ اللَّهِ أَكْبَرُ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ
Yezdan ji bona bawergeran; çi mêr û çi jin, peymana wê bihişta ku di binê wê da çem dikişin û di bihişta xurinanê (bi nav) Adinê da jî êwirên tîtal daye, ewanê di wura da hey bimînin. Û şixwa qayîlbûneke ji Yezdan ji bona wan ra ji vê (peymana hanê) hêj pirtir û mezintir heye. Serfirazîya mezin eva ye
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ جَاهِدِ الْكُفَّارَ وَالْمُنَافِقِينَ وَاغْلُظْ عَلَيْهِمْ ۚ وَمَأْوَاهُمْ جَهَنَّمُ ۖ وَبِئْسَ الْمَصِيرُ
Pêxember! Tu bi filan û bi durûyan ra tekoşîn bike û tu li ser wan da giranî bike: Bi rastî êwra wan doj e. Ewa doja çiqa sikê êwran e
يَحْلِفُونَ بِاللَّهِ مَا قَالُوا وَلَقَدْ قَالُوا كَلِمَةَ الْكُفْرِ وَكَفَرُوا بَعْدَ إِسْلَامِهِمْ وَهَمُّوا بِمَا لَمْ يَنَالُوا ۚ وَمَا نَقَمُوا إِلَّا أَنْ أَغْنَاهُمُ اللَّهُ وَرَسُولُهُ مِنْ فَضْلِهِ ۚ فَإِنْ يَتُوبُوا يَكُ خَيْرًا لَهُمْ ۖ وَإِنْ يَتَوَلَّوْا يُعَذِّبْهُمُ اللَّهُ عَذَابًا أَلِيمًا فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ ۚ وَمَا لَهُمْ فِي الْأَرْضِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَصِيرٍ
Bi sond! Ji piştî ku ewan (durûyan) misilman bûne, paşê dîsa bûne file û peyvên filetî jî gotine. Paşê dîsa bi Yezdan sond dixun û dibêjin: "Qe me ewan peyvan ne gotine." Û ewan miraz kirin, ku ewê tişta (kuştina pêxember) qe nikarin bikin ji bona wî ra xebat kirin. Xurî ji bona ku Yezdan û Pêxemberê Wî, ewanê (durûyan) ji rûmeta xwe zengîn kirine, ewan radibin ji dexesîyan tûl hildidin (di hemberê qencîyên Yezdan ne ku li ser wan hen, ewan jî radibin sikatî dikin, qe eva kirina wan dibe karê merivan?). Heke ewan ji wê kirina xwe poşman bibin, wê poşmanîya wanê ji bona wan ra çêtir bibe. Û heke ewan rû bifetîlînin (di filetîya xwe da hinc bikin) Yezdanê ewan di cîhan û di dan û gavê para da jî bi şapateke dilsoz şapat bike û ji bo- na wan bi xweber jî di zemîn da tu serkar û arîkar tune ye
وَمِنْهُمْ مَنْ عَاهَدَ اللَّهَ لَئِنْ آتَانَا مِنْ فَضْلِهِ لَنَصَّدَّقَنَّ وَلَنَكُونَنَّ مِنَ الصَّالِحِينَ
Û ji wan (durûyan) ewanê (aha) peymanê didin hene: Heke Yezdan ji rûmeta xwe ji bona me ra (mal biqencî) bide, bi sond! Emê jî ji wî bacê bidin û emê bibine ji wanê arîtîkar
فَلَمَّا آتَاهُمْ مِنْ فَضْلِهِ بَخِلُوا بِهِ وَتَوَلَّوْا وَهُمْ مُعْرِضُونَ
Îdî gava (Yezdan) ji rûmeta xwe ji bona wan ra mal daye, ewan (durûyan) bi wî malî dexesî kirine (qe ji tu xezanekî ra bi wî malî qenci ne kirine) pişta xwe dane (pevmana dayî). Şixwa ewan bi xweber jî piştanokê maleke ne. (Dest ji wan peymanan malandine)

Choose other languages: