Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #63 Translated in Kurdish

وَلَوْ أَنَّهُمْ رَضُوا مَا آتَاهُمُ اللَّهُ وَرَسُولُهُ وَقَالُوا حَسْبُنَا اللَّهُ سَيُؤْتِينَا اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ وَرَسُولُهُ إِنَّا إِلَى اللَّهِ رَاغِبُونَ
Heke ewan bi tişta ku Yezdan û Pêxeemberê Wî dabûne wan qayîl bibûnan (û aha jî) gotibûnan: "Bi rastî Yezdan ji bona me ra bes e û wê Yezdanê ji rûmeta xwe û pêxemberê xwe ji virha dîsa ji bona me ra bide, bi rastî me dilê xwe li bal Yezdan da giredaye." (Wê ji wan ra çêtir bibûya)
إِنَّمَا الصَّدَقَاتُ لِلْفُقَرَاءِ وَالْمَسَاكِينِ وَالْعَامِلِينَ عَلَيْهَا وَالْمُؤَلَّفَةِ قُلُوبُهُمْ وَفِي الرِّقَابِ وَالْغَارِمِينَ وَفِي سَبِيلِ اللَّهِ وَابْنِ السَّبِيلِ ۖ فَرِيضَةً مِنَ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Bi rastî malê (şorê û malê) bacê, hey ji bona xezanan û ji bona belengazan û ji bona wan şanene, ku li ser wî malî xebat dikin û ji bona wan merivên ku hatine misilman bûne; hêj dilê wan bi rastî bi misilmanîyê germ ne bûye (ya jî ewan fileyên zor be; ji bo ku herçiqandina wan li ser misilmanan bidine para da ka ewan jî misilman nabin) û ji bona azadîya benda û zebûnan û ji bona deyndarên (ku malê wanê heyî têra deynê wan nake) û ji bona wan kesên ku di rêya Yezdan da tekoşînê dikin û ji bona wan rêwîyên ku di rêyan da mane (tê dayînê). Eva parkirina hanê parkirineke wusa ne; ku Yezdan bi vê nevê kirîye. Yezdan zanayê bijejke ye
وَمِنْهُمُ الَّذِينَ يُؤْذُونَ النَّبِيَّ وَيَقُولُونَ هُوَ أُذُنٌ ۚ قُلْ أُذُنُ خَيْرٍ لَكُمْ يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَيُؤْمِنُ لِلْمُؤْمِنِينَ وَرَحْمَةٌ لِلَّذِينَ آمَنُوا مِنْكُمْ ۚ وَالَّذِينَ يُؤْذُونَ رَسُولَ اللَّهِ لَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Û ji wan (durûyan) ewanê ku cafayê didine pêxember hene! (Ji bona cefadana pêxember aha) dibêjin: "Ewa (pêxembera wusa dibêhê) bûye goh (ji hemû tiştan ra gohdarî dike. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje:"Ewa goha gohekî wusa ne; ji bona we ra qencîyek e. Ewa bi Yezdan bawer dike, ça jî bi bawergeran jî bawer dike, ewa (goha) ji bona wanê, ku ji we ne (bi rastî) bawer kirine dilovanîyek e (ji Yezdan e). Û ewanê ku cefayê didine pêxemberê Yezdan hene! Bi rastî ji bona wan ra şapateke dilsoz heye
يَحْلِفُونَ بِاللَّهِ لَكُمْ لِيُرْضُوكُمْ وَاللَّهُ وَرَسُولُهُ أَحَقُّ أَنْ يُرْضُوهُ إِنْ كَانُوا مُؤْمِنِينَ
Jj bona ku ewan xwe bi we bidine qayîl kirinê, ewan ji we ra bi Yezdan sond dixun. Heke bi rastî ewan bawer kiribin; Yezdan û Pêxemberê Wî babettir in, ku ewan bi xwe bidine qayîl kirinê
أَلَمْ يَعْلَمُوا أَنَّهُ مَنْ يُحَادِدِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ فَأَنَّ لَهُ نَارَ جَهَنَّمَ خَالِدًا فِيهَا ۚ ذَٰلِكَ الْخِزْيُ الْعَظِيمُ
Ma qey ewan nizanin? Kîjan di hemberê biryarên Yezdan û Pêxemberê (Wî da, biryaran bihûne) îdî bi rastî ji bona wî ra agirê dojê bê paşî heye. Ewa ê bi xweber jî di wê dojê da hey bimîne. Riswaya mezin eva ye

Choose other languages: