Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #65 Translated in Kurdish

وَمِنْهُمُ الَّذِينَ يُؤْذُونَ النَّبِيَّ وَيَقُولُونَ هُوَ أُذُنٌ ۚ قُلْ أُذُنُ خَيْرٍ لَكُمْ يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَيُؤْمِنُ لِلْمُؤْمِنِينَ وَرَحْمَةٌ لِلَّذِينَ آمَنُوا مِنْكُمْ ۚ وَالَّذِينَ يُؤْذُونَ رَسُولَ اللَّهِ لَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Û ji wan (durûyan) ewanê ku cafayê didine pêxember hene! (Ji bona cefadana pêxember aha) dibêjin: "Ewa (pêxembera wusa dibêhê) bûye goh (ji hemû tiştan ra gohdarî dike. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje:"Ewa goha gohekî wusa ne; ji bona we ra qencîyek e. Ewa bi Yezdan bawer dike, ça jî bi bawergeran jî bawer dike, ewa (goha) ji bona wanê, ku ji we ne (bi rastî) bawer kirine dilovanîyek e (ji Yezdan e). Û ewanê ku cefayê didine pêxemberê Yezdan hene! Bi rastî ji bona wan ra şapateke dilsoz heye
يَحْلِفُونَ بِاللَّهِ لَكُمْ لِيُرْضُوكُمْ وَاللَّهُ وَرَسُولُهُ أَحَقُّ أَنْ يُرْضُوهُ إِنْ كَانُوا مُؤْمِنِينَ
Jj bona ku ewan xwe bi we bidine qayîl kirinê, ewan ji we ra bi Yezdan sond dixun. Heke bi rastî ewan bawer kiribin; Yezdan û Pêxemberê Wî babettir in, ku ewan bi xwe bidine qayîl kirinê
أَلَمْ يَعْلَمُوا أَنَّهُ مَنْ يُحَادِدِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ فَأَنَّ لَهُ نَارَ جَهَنَّمَ خَالِدًا فِيهَا ۚ ذَٰلِكَ الْخِزْيُ الْعَظِيمُ
Ma qey ewan nizanin? Kîjan di hemberê biryarên Yezdan û Pêxemberê (Wî da, biryaran bihûne) îdî bi rastî ji bona wî ra agirê dojê bê paşî heye. Ewa ê bi xweber jî di wê dojê da hey bimîne. Riswaya mezin eva ye
يَحْذَرُ الْمُنَافِقُونَ أَنْ تُنَزَّلَ عَلَيْهِمْ سُورَةٌ تُنَبِّئُهُمْ بِمَا فِي قُلُوبِهِمْ ۚ قُلِ اسْتَهْزِئُوا إِنَّ اللَّهَ مُخْرِجٌ مَا تَحْذَرُونَ
Ewanê durû hene! Ewan ditirsin, ku li ser wan da ferkereke wusa bê hinartinê, di dilê wan da çi hebe ji wan ra bêje (bi vî awayî jî tinaz dikirin. Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Hûn (gelî durûyan) tinazan bikin! Bi rastî tişta ku hûn jê ditirsin, Yezdanê ewî derxe (rohnayî ye)
وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ لَيَقُولُنَّ إِنَّمَا كُنَّا نَخُوضُ وَنَلْعَبُ ۚ قُلْ أَبِاللَّهِ وَآيَاتِهِ وَرَسُولِهِ كُنْتُمْ تَسْتَهْزِئُونَ
Heke (Muhemmed! Tu) ji wan bipirsî (ka hûn çi mijûl dibin?) Ewanê (aha bersiva te bidin): "Bi sond! (Qe em bi tu tiştî mijûl nabin) lê em di nava xwe da tinazan dikin û bi hev dileyîzin diçin. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Qey hûn bi Yezdan û bi beratên wî û bi Pêxemberê Wî tinazan dikin?”

Choose other languages: