Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #55 Translated in Kurdish

قُلْ لَنْ يُصِيبَنَا إِلَّا مَا كَتَبَ اللَّهُ لَنَا هُوَ مَوْلَانَا ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi sond! Yezdan ji bona me ra çi nivîsîye hey ewa tê serê me. Serkarê me hey Yezdan e. Ûdî gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrin Yezdan
قُلْ هَلْ تَرَبَّصُونَ بِنَا إِلَّا إِحْدَى الْحُسْنَيَيْنِ ۖ وَنَحْنُ نَتَرَبَّصُ بِكُمْ أَنْ يُصِيبَكُمُ اللَّهُ بِعَذَابٍ مِنْ عِنْدِهِ أَوْ بِأَيْدِينَا ۖ فَتَرَبَّصُوا إِنَّا مَعَكُمْ مُتَرَبِّصُونَ
Tu (ji wan ra aha) bêje: "Qey hûn (geli durûyan!) ji pêştirê van her du qencîyan; (ya servahatin û pozbilindî, ya jî şehîd û ji gonehan baxişandinê) hêvîya tiştekî mayî ji bona me ra dikin? Û bi rastî em bi xweber jî ji bona we ra hey hêvîya vî dikin; Yezdanê ya li bal xwe ji bona we ra şapatekî bide, ya jî wê we bi destê me şapat bike. Îdî hûn hêvîdarî bikin, bi rastî em bi xweber jî bi we ra hêvîdar in
قُلْ أَنْفِقُوا طَوْعًا أَوْ كَرْهًا لَنْ يُتَقَبَّلَ مِنْكُمْ ۖ إِنَّكُمْ كُنْتُمْ قَوْمًا فَاسِقِينَ
(Muhemmed!) tu ji wan ra aha bêje: "Hûn (gelî durûyan!) bi xweşî ya jî bi rikê xwe (malê xwe) bisixurînin; hey ewa sixurandina ji we nayê litê kirinê. Bi rastî hûn komalekî ji rêderketî ne
وَمَا مَنَعَهُمْ أَنْ تُقْبَلَ مِنْهُمْ نَفَقَاتُهُمْ إِلَّا أَنَّهُمْ كَفَرُوا بِاللَّهِ وَبِرَسُولِهِ وَلَا يَأْتُونَ الصَّلَاةَ إِلَّا وَهُمْ كُسَالَىٰ وَلَا يُنْفِقُونَ إِلَّا وَهُمْ كَارِهُونَ
Û tişta ewan dane para da ji bo ku sixurandina wan neyê litê kirine hey eva ye; bi rastî ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî bawer ne dikiribûne. Ewan heya diçûn ku nimêj bikin, hey bi sistayî dikirin, ewan gava sixurandin jî bikin hey bi ne xweşî û rikê xwe anîne (paşê) dane
فَلَا تُعْجِبْكَ أَمْوَالُهُمْ وَلَا أَوْلَادُهُمْ ۚ إِنَّمَا يُرِيدُ اللَّهُ لِيُعَذِّبَهُمْ بِهَا فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَتَزْهَقَ أَنْفُسُهُمْ وَهُمْ كَافِرُونَ
Îdî bira (piranîya) mal û zarên wan (Muhemmed!) te sodret neke. Bi rastî Yezdan divê ku ewan (durûyan) di jîna cîhanê da bi mal û zarê wan bide şapat kirine. Û (Yezdan divê) ku gava canê wan derkebe jî, ewan (di wê gavê da) file bin

Choose other languages: