Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #34 Translated in Kurdish

فَأَقِمْ وَجْهَكَ لِلدِّينِ حَنِيفًا ۚ فِطْرَتَ اللَّهِ الَّتِي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَا ۚ لَا تَبْدِيلَ لِخَلْقِ اللَّهِ ۚ ذَٰلِكَ الدِّينُ الْقَيِّمُ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ
(Muhemmed!) Tu îdî berê xwe li bal wê ola rast da bide. Ewa (ola) afirandina Yezdan e, ku meriv li ser wê olê afirandine. Ji bona afirandina Yezdan qe tu guhurandin tune ye, ola rast eva ye. Lê pirên kesan pê nizanin
مُنِيبِينَ إِلَيْهِ وَاتَّقُوهُ وَأَقِيمُوا الصَّلَاةَ وَلَا تَكُونُوا مِنَ الْمُشْرِكِينَ
Hûn (gelî kesan!) li bal wî da bizivirin û hey parisîya wî bibikin (ji wî bitirsin). Hûn (ji bona wî ra) nimêj bikin û nebine ji wanê hevrîçêker
مِنَ الَّذِينَ فَرَّقُوا دِينَهُمْ وَكَانُوا شِيَعًا ۖ كُلُّ حِزْبٍ بِمَا لَدَيْهِمْ فَرِحُونَ
Ewanê (hevrîçêker hene!) ewanan ola xwe ji hev raqetandine, ewan (paşê) bûne hinek (partî û) kom mane. Her partîk bi para li bal wan heyî şa dibin (ku para wan rast e)
وَإِذَا مَسَّ النَّاسَ ضُرٌّ دَعَوْا رَبَّهُمْ مُنِيبِينَ إِلَيْهِ ثُمَّ إِذَا أَذَاقَهُمْ مِنْهُ رَحْمَةً إِذَا فَرِيقٌ مِنْهُمْ بِرَبِّهِمْ يُشْرِكُونَ
Gava nexwaşîk bi merivan bigire (ji bona feletbûna xwe) bi dilekî vala li bal (Yezdan da) dizivirin gazî wî Xudayê xwe dikin. Paşê (gava Xudayê wan) dilovîneke ji xwe bi wan dide çeşnekirinê (dîsa) nişkê va destekî ji wan, hevrîyan ji Xudayê xwe ra çê dikin
لِيَكْفُرُوا بِمَا آتَيْنَاهُمْ ۚ فَتَمَتَّعُوا فَسَوْفَ تَعْلَمُونَ
(Ewa desta wusa dike) ji bo ku ewan nonkorîya wan qencîyên me ji wan ra daye bikin. Îdî hûn berxwudar bin, hûnê di nêzîk da bizanin (ka encama we ewê ça bibe)

Choose other languages: