Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #37 Translated in Kurdish

وَإِذَا مَسَّ النَّاسَ ضُرٌّ دَعَوْا رَبَّهُمْ مُنِيبِينَ إِلَيْهِ ثُمَّ إِذَا أَذَاقَهُمْ مِنْهُ رَحْمَةً إِذَا فَرِيقٌ مِنْهُمْ بِرَبِّهِمْ يُشْرِكُونَ
Gava nexwaşîk bi merivan bigire (ji bona feletbûna xwe) bi dilekî vala li bal (Yezdan da) dizivirin gazî wî Xudayê xwe dikin. Paşê (gava Xudayê wan) dilovîneke ji xwe bi wan dide çeşnekirinê (dîsa) nişkê va destekî ji wan, hevrîyan ji Xudayê xwe ra çê dikin
لِيَكْفُرُوا بِمَا آتَيْنَاهُمْ ۚ فَتَمَتَّعُوا فَسَوْفَ تَعْلَمُونَ
(Ewa desta wusa dike) ji bo ku ewan nonkorîya wan qencîyên me ji wan ra daye bikin. Îdî hûn berxwudar bin, hûnê di nêzîk da bizanin (ka encama we ewê ça bibe)
أَمْ أَنْزَلْنَا عَلَيْهِمْ سُلْطَانًا فَهُوَ يَتَكَلَّمُ بِمَا كَانُوا بِهِ يُشْرِكُونَ
Ya jî qey me bi ser wan da hinek nîşanên bi hêz hinartine (ku ewan ji bona Yezdan ra hevrîyan çê bikin). Îdî ewan jî bi sedema wan nîşanan (bi rastîya wan hevrîyan) diaxivin
وَإِذَا أَذَقْنَا النَّاسَ رَحْمَةً فَرِحُوا بِهَا ۖ وَإِنْ تُصِبْهُمْ سَيِّئَةٌ بِمَا قَدَّمَتْ أَيْدِيهِمْ إِذَا هُمْ يَقْنَطُونَ
Û di gava ku em bi merivan dilovînekî bidine çeşnekirinê, îdî meriv bi wê dilovînîyê şa dibin. Heke sikatîyek bi sedema keda destê wan kirî bi wan da hatibe, di wê gavê da bê hêvî dibin
أَوَلَمْ يَرَوْا أَنَّ اللَّهَ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَاءُ وَيَقْدِرُ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ
Ma qey ewan nabînin, ku bi rastî Yezdan; rojînan ji bona kîjan ra bivê pir dike û ji kîjana ra jî bivê kêm dike? Bi rastî ji bona komalekî bawer kiribe di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene

Choose other languages: