Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Ayahs #25 Translated in Kurdish

وَمِنْ آيَاتِهِ أَنْ خَلَقَ لَكُمْ مِنْ أَنْفُسِكُمْ أَزْوَاجًا لِتَسْكُنُوا إِلَيْهَا وَجَعَلَ بَيْنَكُمْ مَوَدَّةً وَرَحْمَةً ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ
Û ji beratên (şîn û hez û hebûna Yezdan e, ku ewî) ji bona we ra, ji we bi xweber zone we afirandîye. Ewî di nava we (zoyan da) hezkirin çê kirîye, ji bo ku hûn li bal hev hew bikin. Bi rastî di van (afirandinan da) ji bona komalên raman dikin berateên (derhoze) hene
وَمِنْ آيَاتِهِ خَلْقُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَاخْتِلَافُ أَلْسِنَتِكُمْ وَأَلْوَانِكُمْ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِلْعَالِمِينَ
Û afirandina ezman û zemîn û ne wekhevbûna ziman û rengên we bi (xweber jî) beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan in). Ji bona zanan (û cîhanê) di van (kirinan da) beratên (derhoze) hene
وَمِنْ آيَاتِهِ مَنَامُكُمْ بِاللَّيْلِ وَالنَّهَارِ وَابْتِغَاؤُكُمْ مِنْ فَضْلِهِ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَسْمَعُونَ
Û nivîstina we ye di şevan da û (xwastina we ye, ku hûn) ji rûmeta wî rojî û jînê di royê da dixwazin, beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan in). Bi rastî ji bona komalên dibêhên, di van da beratên (derhoze) hene
وَمِنْ آيَاتِهِ يُرِيكُمُ الْبَرْقَ خَوْفًا وَطَمَعًا وَيُنَزِّلُ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَيُحْيِي بِهِ الْأَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَعْقِلُونَ
Û avêtina berqetavê, ku (Yezdan) berqatavê bi tirsa (ji teyrokê) û dilxwazîya (şilî barandinê) bi we dide dîtinê, beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan e). Ewa ji ezmanan aveke wusa dihênirîne, îdî ji piştî mirin û (hişkaya zemîn) Yezdan ewî ( zemînî bi wê avê zende dike. Bi rastî ji bona wan komalên, ku hişê xwe dixebitînin di van da beratên (derhoze) hene
وَمِنْ آيَاتِهِ أَنْ تَقُومَ السَّمَاءُ وَالْأَرْضُ بِأَمْرِهِ ۚ ثُمَّ إِذَا دَعَاكُمْ دَعْوَةً مِنَ الْأَرْضِ إِذَا أَنْتُمْ تَخْرُجُونَ
Ji beratên (şîn û hêz û hebûna Yezdan e) ku ezman û zemîn bi fermana wî bi hewyaî mane. Paşê gava carekî bi tenê ewa gazî we dike, hûn ji zemîn nişke va (bi zendetî) derdikebin

Choose other languages: