Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rad Ayahs #25 Translated in Kurdish

وَالَّذِينَ يَصِلُونَ مَا أَمَرَ اللَّهُ بِهِ أَنْ يُوصَلَ وَيَخْشَوْنَ رَبَّهُمْ وَيَخَافُونَ سُوءَ الْحِسَابِ
Û (ewanê xweyê hiş) tişta, ku Yezdan fermana gîhîjtin û gîhandina wî kirîye, pêk tînin û digihînin (ji bira û pismam û merivan, giza xwe nabirin, sertêdan û serdana wan ra diçin) û ji Xudayê xwe ditirsin û xwe ji sikê hijmaran diparisînin
وَالَّذِينَ صَبَرُوا ابْتِغَاءَ وَجْهِ رَبِّهِمْ وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ وَأَنْفَقُوا مِمَّا رَزَقْنَاهُمْ سِرًّا وَعَلَانِيَةً وَيَدْرَءُونَ بِالْحَسَنَةِ السَّيِّئَةَ أُولَٰئِكَ لَهُمْ عُقْبَى الدَّارِ
Û (ewanê xweyê hiş) ji bona qayîlbûna Xudayê xwe (li ser perestîya wî) hew dikin (wekî ça hatine fermankirinê wusa) nimêj dikin û bi dizî û eşkere ji wan rojîyên me daye wan ji hewcan ra disixwurînin û ewan sikatîyan, bi qencîyan diborînin. Serfirazîya para da ji bona ra ne
جَنَّاتُ عَدْنٍ يَدْخُلُونَهَا وَمَنْ صَلَحَ مِنْ آبَائِهِمْ وَأَزْوَاجِهِمْ وَذُرِّيَّاتِهِمْ ۖ وَالْمَلَائِكَةُ يَدْخُلُونَ عَلَيْهِمْ مِنْ كُلِّ بَابٍ
(Serfirazîya para da ev e;) ku evan û tevê wan bav û da û zar û zonên xweyên aştîkar va dikebine bihişta xweşîyan, firişte jî di hemû deryan da dikebine bal wan
سَلَامٌ عَلَيْكُمْ بِمَا صَبَرْتُمْ ۚ فَنِعْمَ عُقْبَى الدَّارِ
(Ji wan ra aha dibêjin): "Bi sedema hewa we ye (cîhanî, ka mêze bikin Yezdan dawya cîhanê ça ji we ra) qencî anî, îdî hûn bijîn
وَالَّذِينَ يَنْقُضُونَ عَهْدَ اللَّهِ مِنْ بَعْدِ مِيثَاقِهِ وَيَقْطَعُونَ مَا أَمَرَ اللَّهُ بِهِ أَنْ يُوصَلَ وَيُفْسِدُونَ فِي الْأَرْضِ ۙ أُولَٰئِكَ لَهُمُ اللَّعْنَةُ وَلَهُمْ سُوءُ الدَّارِ
Ewanê ku (di cara yekem da peyman dane Yezdan, gotine: "Tişta me dayî, bê dudilî emê pêk bînin." Paşê) peymana xwe şikênandine û tişta Yezdan fermana gîhandina wî kirîye, ewan birîne (gîhandinê pêk naynin, di şûna wî da di nava bira û pismaman da) di zemîn da têkilkirinê çê dikin (ewan berê hev didin) hene! Ji bona wan ra deherandina ji (dilovanîya Yezdan) heye û ji bona wan ra sikê xanîyan heye

Choose other languages: