Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #60 Translated in Kurdish

وَأَقِيمُوا الصَّلَاةَ وَآتُوا الزَّكَاةَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ
(Gelî bawergeran!) Hûn nimêja xwe bikin û baca malê xwe bidin û hûn bi gotina saîyê (Yezdan) bikin, loma bi rastî dibe ku hûn bêne dilovankirinê
لَا تَحْسَبَنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا مُعْجِزِينَ فِي الْأَرْضِ ۚ وَمَأْوَاهُمُ النَّارُ ۖ وَلَبِئْسَ الْمَصِيرُ
Ewanê bûne file hene! Tu goman neke, ku ewanê (Yezdan) bêzar bikin (ku nikarbe) di zemîn da (ji bona wan ra şapatê bide) bi rastî êwra wan agir e. Çiqa (agir) sikê êwran e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لِيَسْتَأْذِنْكُمُ الَّذِينَ مَلَكَتْ أَيْمَانُكُمْ وَالَّذِينَ لَمْ يَبْلُغُوا الْحُلُمَ مِنْكُمْ ثَلَاثَ مَرَّاتٍ ۚ مِنْ قَبْلِ صَلَاةِ الْفَجْرِ وَحِينَ تَضَعُونَ ثِيَابَكُمْ مِنَ الظَّهِيرَةِ وَمِنْ بَعْدِ صَلَاةِ الْعِشَاءِ ۚ ثَلَاثُ عَوْرَاتٍ لَكُمْ ۚ لَيْسَ عَلَيْكُمْ وَلَا عَلَيْهِمْ جُنَاحٌ بَعْدَهُنَّ ۚ طَوَّافُونَ عَلَيْكُمْ بَعْضُكُمْ عَلَىٰ بَعْضٍ ۚ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمُ الْآيَاتِ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Gelî bawergeran! Bira di sê danan da, ewan koleyên we yên binê destê we da nin û ewan (zarên we ne) hêj ne gîhîjtine sedra xwe, destûr ji we bixwazin (ji bo ku bikebine xanîyê, hûn têda nin). Ewan her sê danan; di berya nimeêja sibehê da û di gava ku hûn danê nîvro da kincê xwe derdixin û ji piştî nimêja êvarê da. Evan her sê danan, danê wusa nin hûn di wan da kincê xwe derdixin. Ji piştî (van her sê) danan tu zîyan li ser we tune ye, ku hûn bê destûr herne xanîyê wan, ya jî ewan bê destûr werne xanîyê we. Her yek ji we bê destûr dikare here, sertêdana yê mayî. Bi vî awayî Yezdan ji bona we ra beratan dihezwirtîne. Loma Yezdan pirzanê bijejke ye
وَإِذَا بَلَغَ الْأَطْفَالُ مِنْكُمُ الْحُلُمَ فَلْيَسْتَأْذِنُوا كَمَا اسْتَأْذَنَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ۚ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمْ آيَاتِهِ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Gava zarên we gihîjtine sedrê xwe, îdî bira ewan jî wekî wanê berya xwe da (ji bona hatina xanîyê we) destûr ji we bixwazin. Bi vî awayî Yezdan beratên xwe ji bona we ra dihezwirîne. Loma Yezdan pirzanê bijejke ye
وَالْقَوَاعِدُ مِنَ النِّسَاءِ اللَّاتِي لَا يَرْجُونَ نِكَاحًا فَلَيْسَ عَلَيْهِنَّ جُنَاحٌ أَنْ يَضَعْنَ ثِيَابَهُنَّ غَيْرَ مُتَبَرِّجَاتٍ بِزِينَةٍ ۖ وَأَنْ يَسْتَعْفِفْنَ خَيْرٌ لَهُنَّ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Ewan jinên, ku îdî rûniştine (wusa pîr bûne ji kirasan hatine birînê) îdî kevînbûna wan nayê gomankirinê hene! Heke ji bona xwe dîyarkirinê xemil nîşandin nebe, dikarin, ku xemla xweyê kincan derxin. Lê dîsa heke xwe biparisînin, ji bona wan ra parisandin çêtir e. Loma bi rastî Yezdan pir bihîstek û pirzan e

Choose other languages: