Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #29 Translated in Kurdish

يَوْمَئِذٍ يُوَفِّيهِمُ اللَّهُ دِينَهُمُ الْحَقَّ وَيَعْلَمُونَ أَنَّ اللَّهَ هُوَ الْحَقُّ الْمُبِينُ
Di wê royê da ne, ku Yezdan bi mafîtî xelat û celata wan bi hemîtî dide wan. Ewan jî dizanin ku Yezdan mafekî xûya ye
الْخَبِيثَاتُ لِلْخَبِيثِينَ وَالْخَبِيثُونَ لِلْخَبِيثَاتِ ۖ وَالطَّيِّبَاتُ لِلطَّيِّبِينَ وَالطَّيِّبُونَ لِلطَّيِّبَاتِ ۚ أُولَٰئِكَ مُبَرَّءُونَ مِمَّا يَقُولُونَ ۖ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَرِزْقٌ كَرِيمٌ
Loma bi rastî peyvên sik ji bona merivên sik ra ne û merivên sik jî ji bona peyvên sik ra nin (ewan peyvên sik dibêjin). Peyvên paqij ji bona merivên paqij ra nin, merivên paqij ji bona peyvên paqij ra nin (ewan peyvên paqij dibêjin). Ewanan ji wan (pizên) ku ewan (durûyan) gotine, paqij in (haja wan pê tune ye). Ji bona wanan ra baxişandin û rozîyên rind hene
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَدْخُلُوا بُيُوتًا غَيْرَ بُيُوتِكُمْ حَتَّىٰ تَسْتَأْنِسُوا وَتُسَلِّمُوا عَلَىٰ أَهْلِهَا ۚ ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ لَعَلَّكُمْ تَذَكَّرُونَ
Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! heya hûn destûrê nestînin, ji pêştirê xanî yên xwe, nekebine tu xanîyên mayî (dema we ji bona ketinê destûr stand, hûn çûne wan xanîyan) hûn selaman li wan rûniştîyê wan bikin. Bi rastî heke hûn biponijin, bi vî awayî (çûna xanîyên mayî yan) çêtir e û qenctir e
فَإِنْ لَمْ تَجِدُوا فِيهَا أَحَدًا فَلَا تَدْخُلُوهَا حَتَّىٰ يُؤْذَنَ لَكُمْ ۖ وَإِنْ قِيلَ لَكُمُ ارْجِعُوا فَارْجِعُوا ۖ هُوَ أَزْكَىٰ لَكُمْ ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ عَلِيمٌ
Îdî heke hûn di wan (xanîyan da) rastî tu kesî ne hatin, dîsa heya ji bona we ra destûr neyê dayînê, hûn nekebine wan (xanîyan). Heke ji bona we ra (aha hate) gotinê: "Para da bizvirin." îdî hûn para da bizivirin, ji bona we ra para zivirandin qenctir e. Loma tişta hûn dikin, Yezdan pir pê dizane
لَيْسَ عَلَيْكُمْ جُنَاحٌ أَنْ تَدْخُلُوا بُيُوتًا غَيْرَ مَسْكُونَةٍ فِيهَا مَتَاعٌ لَكُمْ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا تُبْدُونَ وَمَا تَكْتُمُونَ
Ewan xanîyên, ku tu kes têda rûnanên, lê di wan da jî kelmelê we hebe, li ser we tu zîyan çênabe. Çi tişta hûn dîyar bikin, ya jî veşêrin hey Yezdan pê dizane

Choose other languages: