Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nur Ayahs #32 Translated in Kurdish

فَإِنْ لَمْ تَجِدُوا فِيهَا أَحَدًا فَلَا تَدْخُلُوهَا حَتَّىٰ يُؤْذَنَ لَكُمْ ۖ وَإِنْ قِيلَ لَكُمُ ارْجِعُوا فَارْجِعُوا ۖ هُوَ أَزْكَىٰ لَكُمْ ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ عَلِيمٌ
Îdî heke hûn di wan (xanîyan da) rastî tu kesî ne hatin, dîsa heya ji bona we ra destûr neyê dayînê, hûn nekebine wan (xanîyan). Heke ji bona we ra (aha hate) gotinê: "Para da bizvirin." îdî hûn para da bizivirin, ji bona we ra para zivirandin qenctir e. Loma tişta hûn dikin, Yezdan pir pê dizane
لَيْسَ عَلَيْكُمْ جُنَاحٌ أَنْ تَدْخُلُوا بُيُوتًا غَيْرَ مَسْكُونَةٍ فِيهَا مَتَاعٌ لَكُمْ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا تُبْدُونَ وَمَا تَكْتُمُونَ
Ewan xanîyên, ku tu kes têda rûnanên, lê di wan da jî kelmelê we hebe, li ser we tu zîyan çênabe. Çi tişta hûn dîyar bikin, ya jî veşêrin hey Yezdan pê dizane
قُلْ لِلْمُؤْمِنِينَ يَغُضُّوا مِنْ أَبْصَارِهِمْ وَيَحْفَظُوا فُرُوجَهُمْ ۚ ذَٰلِكَ أَزْكَىٰ لَهُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ خَبِيرٌ بِمَا يَصْنَعُونَ
(Muhemmed! tu ji bona wan mêrên bawer kirine aha) bêje: "Hûn gelî bawergerên mêr! Çavê xwe (li mêzekirina ne duristîyan) bigirin û hûn dawa xwe (ji fehşayê) biparisînin. Eva kirina we (bi vî awayî) ji bona we ra paqij û qenctir e. Loma ewan çi bikin, Yezdan bi kirinê wan agahdar e
وَقُلْ لِلْمُؤْمِنَاتِ يَغْضُضْنَ مِنْ أَبْصَارِهِنَّ وَيَحْفَظْنَ فُرُوجَهُنَّ وَلَا يُبْدِينَ زِينَتَهُنَّ إِلَّا مَا ظَهَرَ مِنْهَا ۖ وَلْيَضْرِبْنَ بِخُمُرِهِنَّ عَلَىٰ جُيُوبِهِنَّ ۖ وَلَا يُبْدِينَ زِينَتَهُنَّ إِلَّا لِبُعُولَتِهِنَّ أَوْ آبَائِهِنَّ أَوْ آبَاءِ بُعُولَتِهِنَّ أَوْ أَبْنَائِهِنَّ أَوْ أَبْنَاءِ بُعُولَتِهِنَّ أَوْ إِخْوَانِهِنَّ أَوْ بَنِي إِخْوَانِهِنَّ أَوْ بَنِي أَخَوَاتِهِنَّ أَوْ نِسَائِهِنَّ أَوْ مَا مَلَكَتْ أَيْمَانُهُنَّ أَوِ التَّابِعِينَ غَيْرِ أُولِي الْإِرْبَةِ مِنَ الرِّجَالِ أَوِ الطِّفْلِ الَّذِينَ لَمْ يَظْهَرُوا عَلَىٰ عَوْرَاتِ النِّسَاءِ ۖ وَلَا يَضْرِبْنَ بِأَرْجُلِهِنَّ لِيُعْلَمَ مَا يُخْفِينَ مِنْ زِينَتِهِنَّ ۚ وَتُوبُوا إِلَى اللَّهِ جَمِيعًا أَيُّهَ الْمُؤْمِنُونَ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ
Û (Muhemmed! Tu ji bona wan jinên bawer kirine jî aha) bêje, "Gelî bawergerên jin! Hûn çavê xwe (li mêzekirên ne duristîyan) bigirin û hûn dawa xwe (ji hîz û fehşayê) biparisînin, hûn ji pêştirê wan xemilên, ku xûyana wan bi vê nevê ye, xemla xwe nedine dîyarkirinê (ji bona mêrên biyanî ra, ya jî hûn şûna xemla xwe rindaya xwe ji bona bîyanayî ra venekin; wekî; dest û pê û sing û qirik û goh û stû û mil û pêsîr û serî û wekî van, ji pêştirê wan şûnên dîyariya wan bi vê nevê ye). Hûn (gelî jinan!) Laçika xwe li ser pastûne xwe ra berdin. Hûn xemla xwe (ji bona meran ra) venekin, lê ji bona mêrên xwe ra ya jî bavên xwe ra, ya jî bavê mêrên xwe ra, ya jî kurên xwe ra, ya jî kurên mêrên xwe ra, ya jî birayên xwe ra, ya jî kurên biranê xwe ra, ya jî kurên xûşkên xwe ra, ya jî ji bona jinên (vanê borî ra) ya jî ewan bendeyên binê destê wan jinan da (ji mêr û jinan) hene, ya jî ewan mêrên ku îdî hewcebûna wan li bal jinan da ne maye, lê peyrewîya wan jinan dikin; (wekî xulam û kal û parsek û hewceyên arîkaryan) ji pêştirê wanê ku rawa wî hebe, ya jî ewa zaroka, ku hêj haja wî bi veşartîyên jinan çê nebûye, (hûn) dikarin xemla xwe (ji bona van ra) vekin. (Gelî jinan!) ji bona ku hûn bi mêran bidine zanînê, ku xişrê we heye, hûn pê xwe li zemîn nexin. (Gelî, bawergeran! Hûn hemîşk ji gonehan li bal Yezdan da bizivirin, loma dibe ku hûn (bi vî awayî) serfiraz bibin
وَأَنْكِحُوا الْأَيَامَىٰ مِنْكُمْ وَالصَّالِحِينَ مِنْ عِبَادِكُمْ وَإِمَائِكُمْ ۚ إِنْ يَكُونُوا فُقَرَاءَ يُغْنِهِمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ ۗ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Û hûn (gelî bawergeran!) xamayên xwe û bendeyên xwe û qerewaşê xwe yê aştîkar in, kevîn bikin. Heke ewan xezan bin, Yezdanê ewan ji rûmeta xwe zengîn bike. Loma Yezdan (xweyê qencî yên fıre ye) pirzan e

Choose other languages: