Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #100 Translated in Kurdish

دَرَجَاتٍ مِنْهُ وَمَغْفِرَةً وَرَحْمَةً ۚ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَحِيمًا
Yezdan (ji bona tekoşînvanan) li bal xwe da, paydarî û baxişandin û dilovîn (daye). Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
إِنَّ الَّذِينَ تَوَفَّاهُمُ الْمَلَائِكَةُ ظَالِمِي أَنْفُسِهِمْ قَالُوا فِيمَ كُنْتُمْ ۖ قَالُوا كُنَّا مُسْتَضْعَفِينَ فِي الْأَرْضِ ۚ قَالُوا أَلَمْ تَكُنْ أَرْضُ اللَّهِ وَاسِعَةً فَتُهَاجِرُوا فِيهَا ۚ فَأُولَٰئِكَ مَأْوَاهُمْ جَهَنَّمُ ۖ وَسَاءَتْ مَصِيرًا
Bi rastî ewanê ku bi xweber li xwe cewr kirine hene! Di gava firiştan canê wan distînin, firiştan ji wan ra gotine: “Hûn li ser çi temtêlê û hûn heya naha li kêderê bûn?” (Ewan pisyara firiştan dane aha) gotine: “Em di zemîn da hinek belengaz bûn (me nikaribû xwe tevda).” (Firiştan ji wan ra) gotine: “Qey zemînê Yezdan fire nebû, ku we di vî zemînê da kêderê bivan, we li bal wura da koç bikira?” Îdî êwra van doj e û doj jî çiqa sikê şûna ne
إِلَّا الْمُسْتَضْعَفِينَ مِنَ الرِّجَالِ وَالنِّسَاءِ وَالْوِلْدَانِ لَا يَسْتَطِيعُونَ حِيلَةً وَلَا يَهْتَدُونَ سَبِيلًا
Ji pêştirê wan (bawergerên) ku bi rastî belengaz bûne; nikarin ji bona xwe ra ku xaxekî bikin, ji destê cewrkaran fereste bibin, îdî ewan belengazan çi mêr bin û çi jin bin û çi zar bin, yek e
فَأُولَٰئِكَ عَسَى اللَّهُ أَنْ يَعْفُوَ عَنْهُمْ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَفُوًّا غَفُورًا
Îdî evanan in, tê gomankirinê ku Yezdanê ji wan kêmasîyên wan bibore. Şixwa Yezdan bi xweber jî borîkarê baxişvan e
وَمَنْ يُهَاجِرْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ يَجِدْ فِي الْأَرْضِ مُرَاغَمًا كَثِيرًا وَسَعَةً ۚ وَمَنْ يَخْرُجْ مِنْ بَيْتِهِ مُهَاجِرًا إِلَى اللَّهِ وَرَسُولِهِ ثُمَّ يُدْرِكْهُ الْمَوْتُ فَقَدْ وَقَعَ أَجْرُهُ عَلَى اللَّهِ ۗ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَحِيمًا
Û kîjan di rêya Yezdan da (ji nava welatê file) koç bike, ewayê bi rastî di zemîn da rastê penagehên pir û maldarîyên zengîn were. Û kîjan li bal Yezdan û Pêxemberê wî da bi koçî ji xanîyê xwe derkebe, paşê mirin bi wî bigire ewa bimire, îdî kirya (xelatdana wê dikebe) ser Yezdan. Û Yezdan baxişkarê dilovîn e

Choose other languages: