Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #99 Translated in Kurdish

لَا يَسْتَوِي الْقَاعِدُونَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ غَيْرُ أُولِي الضَّرَرِ وَالْمُجَاهِدُونَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ بِأَمْوَالِهِمْ وَأَنْفُسِهِمْ ۚ فَضَّلَ اللَّهُ الْمُجَاهِدِينَ بِأَمْوَالِهِمْ وَأَنْفُسِهِمْ عَلَى الْقَاعِدِينَ دَرَجَةً ۚ وَكُلًّا وَعَدَ اللَّهُ الْحُسْنَىٰ ۚ وَفَضَّلَ اللَّهُ الْمُجَاهِدِينَ عَلَى الْقَاعِدِينَ أَجْرًا عَظِيمًا
Ji bawergeran: ewan bawergerên, ku di mala xwe da bê kul rûniştine, wekî wan bawergerên, ku bi mal û canê xwe va di rêya Yezdan da tekoşînê dikin, nabin. Yezdan ewanê bi mal û canê xwe va (di rêya wî da) tekoşînê dikin, bi payan li ser wanê (ku bê kul di mala xwe da) rûniştine, rûmetdar kirîye. Û çiqa Yezdan ji bo hemûşkan ra rindayî (û qencî) peyman kirîbe jî. (Erê!) Yezdan bi xelateke mezin ewanê tekoşînvan, li ser wanê (ku bê kul di mala xwe da) rûniştine rûmetdar kirîye
دَرَجَاتٍ مِنْهُ وَمَغْفِرَةً وَرَحْمَةً ۚ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَحِيمًا
Yezdan (ji bona tekoşînvanan) li bal xwe da, paydarî û baxişandin û dilovîn (daye). Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
إِنَّ الَّذِينَ تَوَفَّاهُمُ الْمَلَائِكَةُ ظَالِمِي أَنْفُسِهِمْ قَالُوا فِيمَ كُنْتُمْ ۖ قَالُوا كُنَّا مُسْتَضْعَفِينَ فِي الْأَرْضِ ۚ قَالُوا أَلَمْ تَكُنْ أَرْضُ اللَّهِ وَاسِعَةً فَتُهَاجِرُوا فِيهَا ۚ فَأُولَٰئِكَ مَأْوَاهُمْ جَهَنَّمُ ۖ وَسَاءَتْ مَصِيرًا
Bi rastî ewanê ku bi xweber li xwe cewr kirine hene! Di gava firiştan canê wan distînin, firiştan ji wan ra gotine: “Hûn li ser çi temtêlê û hûn heya naha li kêderê bûn?” (Ewan pisyara firiştan dane aha) gotine: “Em di zemîn da hinek belengaz bûn (me nikaribû xwe tevda).” (Firiştan ji wan ra) gotine: “Qey zemînê Yezdan fire nebû, ku we di vî zemînê da kêderê bivan, we li bal wura da koç bikira?” Îdî êwra van doj e û doj jî çiqa sikê şûna ne
إِلَّا الْمُسْتَضْعَفِينَ مِنَ الرِّجَالِ وَالنِّسَاءِ وَالْوِلْدَانِ لَا يَسْتَطِيعُونَ حِيلَةً وَلَا يَهْتَدُونَ سَبِيلًا
Ji pêştirê wan (bawergerên) ku bi rastî belengaz bûne; nikarin ji bona xwe ra ku xaxekî bikin, ji destê cewrkaran fereste bibin, îdî ewan belengazan çi mêr bin û çi jin bin û çi zar bin, yek e
فَأُولَٰئِكَ عَسَى اللَّهُ أَنْ يَعْفُوَ عَنْهُمْ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَفُوًّا غَفُورًا
Îdî evanan in, tê gomankirinê ku Yezdanê ji wan kêmasîyên wan bibore. Şixwa Yezdan bi xweber jî borîkarê baxişvan e

Choose other languages: