Surah An-Nisa Ayahs #9 Translated in Kurdish
وَلَا تُؤْتُوا السُّفَهَاءَ أَمْوَالَكُمُ الَّتِي جَعَلَ اللَّهُ لَكُمْ قِيَامًا وَارْزُقُوهُمْ فِيهَا وَاكْسُوهُمْ وَقُولُوا لَهُمْ قَوْلًا مَعْرُوفًا
Û hûn ewê malê xweyê, ku Yezdan sixurandina wê daye destê we, nedin efsanan. Hûn (bi kara) wê malî ewan efsanan bi xarin û vexarin xweyî bikin û hûn kincan li wan bikin û hûn ji bona wan ra mijûlinên qencî bejin
وَابْتَلُوا الْيَتَامَىٰ حَتَّىٰ إِذَا بَلَغُوا النِّكَاحَ فَإِنْ آنَسْتُمْ مِنْهُمْ رُشْدًا فَادْفَعُوا إِلَيْهِمْ أَمْوَالَهُمْ ۖ وَلَا تَأْكُلُوهَا إِسْرَافًا وَبِدَارًا أَنْ يَكْبَرُوا ۚ وَمَنْ كَانَ غَنِيًّا فَلْيَسْتَعْفِفْ ۖ وَمَنْ كَانَ فَقِيرًا فَلْيَأْكُلْ بِالْمَعْرُوفِ ۚ فَإِذَا دَفَعْتُمْ إِلَيْهِمْ أَمْوَالَهُمْ فَأَشْهِدُوا عَلَيْهِمْ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ حَسِيبًا
Û hûn sêwîyan, ka ku gihîştine dane kavînbûnê. Ya hêj negihîştine, biceribînin. Îdî heke we, di wê gavê da ji wan "gihijtin" goman kir, hûn heman malê wan ji wan ra bidin. Hûn malê wan ji tirsa wê, ewanê mezin bin, wê malê xwe ji me bistînin. Heman bi lez, bi dest belavî nexun. Û kîjan (serkar) zengîn be, îdî bila ewa di malê wan da tu sixurandinê neke. Û kîjan (serkar) xezan be, îdî bila ji wî malî wekî xûyê waletê ku têda dijî, bixwe. Îdî di gava we malê wan sêwîyan dane wan hûn ji bona, ku we malê wan sêwîyan daye wan, şahidan bigirin. Şixwa (ka we malê wan sêwîyan bi hemûtî daye yan jî ne daye) Yezdan ji bona hêjmara we, bi malê wan sêwîyan bes e
لِلرِّجَالِ نَصِيبٌ مِمَّا تَرَكَ الْوَالِدَانِ وَالْأَقْرَبُونَ وَلِلنِّسَاءِ نَصِيبٌ مِمَّا تَرَكَ الْوَالِدَانِ وَالْأَقْرَبُونَ مِمَّا قَلَّ مِنْهُ أَوْ كَثُرَ ۚ نَصِيبًا مَفْرُوضًا
Ji bona mêran ra ji wî malê, ku da û bav û pismamên wan li pey xwe da bi mîratî dihêlin, par hene. Û ji bona jinan ra jî ji wî malê, ku da û bav û pismamên wan li pey xwe da bi mîratî dihêlin, par hene. Eva (para hanê) hindik û piraya wê, parek e hijmarî (û) bi vê nevê ye
وَإِذَا حَضَرَ الْقِسْمَةَ أُولُو الْقُرْبَىٰ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينُ فَارْزُقُوهُمْ مِنْهُ وَقُولُوا لَهُمْ قَوْلًا مَعْرُوفًا
Di gava parkirina mîratê da heke (ji pêştirê mîratxwaran) lêzimên mayî û sêwî û xezan, amade ye parkirinê bûn, îdî hûn ji wê mîratê ji bona van ra jî (bidin) bi wan bidine xwarinê û hûn ji bona wan ra mijûlînên qenc bêjin
وَلْيَخْشَ الَّذِينَ لَوْ تَرَكُوا مِنْ خَلْفِهِمْ ذُرِّيَّةً ضِعَافًا خَافُوا عَلَيْهِمْ فَلْيَتَّقُوا اللَّهَ وَلْيَقُولُوا قَوْلًا سَدِيدًا
Û ewanê, ku ditirsin heke li pey xwe da ûrtên bêwec bihêlin, wê li wê ûrta wan cewrê bê kirinê; (mafê wîyê wunda bibe) bira (ji mafê sêwîyan bitirse, destê xwe nede malê wan). Îdî bira ewan Yezdan parizî bikin û bira ewan gotinê rast (ji bona sêwîyan ra) bêjin (ça ewan ji bona zarên xwe ra dibêjin)
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
