Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #58 Translated in Kurdish

أَمْ يَحْسُدُونَ النَّاسَ عَلَىٰ مَا آتَاهُمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ ۖ فَقَدْ آتَيْنَا آلَ إِبْرَاهِيمَ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَآتَيْنَاهُمْ مُلْكًا عَظِيمًا
Ya jî qey ewan, ji ber ku Yezdan ji abora xwe ji bona kesan ra qencî kirîye, dexesî dikin? Bi sond! Me ji bona binemala Îbrahim ra pirtûk û (zanîna) retkokî dabûye, îdî me ji bona wan ra maldarî û seroktîyeke mezin dabûye
فَمِنْهُمْ مَنْ آمَنَ بِهِ وَمِنْهُمْ مَنْ صَدَّ عَنْهُ ۚ وَكَفَىٰ بِجَهَنَّمَ سَعِيرًا
Îdî hinekan ji wan bi wî bawer kirine û hinekan ji wan jî ji wî rû fetilandine. Ji bona (celatdana wan) doja ku agirê wê hilopîtke besê wan e
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا بِآيَاتِنَا سَوْفَ نُصْلِيهِمْ نَارًا كُلَّمَا نَضِجَتْ جُلُودُهُمْ بَدَّلْنَاهُمْ جُلُودًا غَيْرَهَا لِيَذُوقُوا الْعَذَابَ ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَزِيزًا حَكِيمًا
Ewanê ku bi beratên me filetî dikin hene! Bi rastî emê ewanan bixne agir. Çiqa çermê wan (ji şewatê) dipizire, ji bona ku ewan şapatê tam bikin, em ewî çermî bi hinek çermê mayî diguhurin. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ سَنُدْخِلُهُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا أَبَدًا ۖ لَهُمْ فِيهَا أَزْوَاجٌ مُطَهَّرَةٌ ۖ وَنُدْخِلُهُمْ ظِلًّا ظَلِيلًا
Û ewanê ku bawer kirine û kare aştî kirine hene! Emê ewan jî bixne wan bihiştên, ku di binê (darê wan da) çem dikişin. Ewanê di wan bihiştan da tim bimînin. Ji bona wan ra di wan bihiştan da zonên paqij hene. Û erê! Emê ewanan bixne binê) sîhên sîhwanok
إِنَّ اللَّهَ يَأْمُرُكُمْ أَنْ تُؤَدُّوا الْأَمَانَاتِ إِلَىٰ أَهْلِهَا وَإِذَا حَكَمْتُمْ بَيْنَ النَّاسِ أَنْ تَحْكُمُوا بِالْعَدْلِ ۚ إِنَّ اللَّهَ نِعِمَّا يَعِظُكُمْ بِهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ سَمِيعًا بَصِيرًا
(Hûn bi zanin) bi rastî Yezdan fermana we dike, ku hûn ewan tiştên bi ewletî li bal we hatine danînê, bidne xweyê wan û hûn di gava berewanî di nava kesan da bikin hûn bi dadvanî berewanî bikin. Bi rastî Yezdan bi şîretên qenc çiqa şîretan li we dike! Bi rastî Yezdan bihîstkarê dîtoke ye

Choose other languages: