Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #49 Translated in Kurdish

وَاللَّهُ أَعْلَمُ بِأَعْدَائِكُمْ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ وَلِيًّا وَكَفَىٰ بِاللَّهِ نَصِيرًا
Û Yezdan bi neyarên we çêtir dizane. Şixw Yezdan ji bona serkarya we, besê we ye. Û Yezdan bi arîkarî jî şixwe bes e
مِنَ الَّذِينَ هَادُوا يُحَرِّفُونَ الْكَلِمَ عَنْ مَوَاضِعِهِ وَيَقُولُونَ سَمِعْنَا وَعَصَيْنَا وَاسْمَعْ غَيْرَ مُسْمَعٍ وَرَاعِنَا لَيًّا بِأَلْسِنَتِهِمْ وَطَعْنًا فِي الدِّينِ ۚ وَلَوْ أَنَّهُمْ قَالُوا سَمِعْنَا وَأَطَعْنَا وَاسْمَعْ وَانْظُرْنَا لَكَانَ خَيْرًا لَهُمْ وَأَقْوَمَ وَلَٰكِنْ لَعَنَهُمُ اللَّهُ بِكُفْرِهِمْ فَلَا يُؤْمِنُونَ إِلَّا قَلِيلًا
Ji wanê cihû (hinek hene aha dikin); Ewanan (rewşa te ye ku di pirtûka li bal wan da heyî) ji şûna wan peyvan diheşivînin û (aha jî) dibêjin: “Em (gotina te) dibihîsin lê em (bi gotina te) nakin”, (ji hevra jî aha dibêjin:) “Tu gohdarya wî bike lê ji wî tu tiştî seh neke.” Û ewanan ji bona tinaza bi "ol"a te bikin; zimanê xwe ji devê xwe derdixin, xaromaro dikin (dibêjin: "Tu) dêna xwe bide me.” Û heke ewan bi rastî (aha) gotibûnan: “Me gotina te bihîst û em bi gotina te dikin, tu gohdarî bike û tu li me mêze bike.” Wê ji bona wan ra çêtir bibûya û wê eva gotina bi hêztir bibûya. Lê Yezdan bi sedema filetîya wan li wan deherandin kirîye, îdî ji pêştirê hindikên wan. tu kes ji wan bawer nakin
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ آمِنُوا بِمَا نَزَّلْنَا مُصَدِّقًا لِمَا مَعَكُمْ مِنْ قَبْلِ أَنْ نَطْمِسَ وُجُوهًا فَنَرُدَّهَا عَلَىٰ أَدْبَارِهَا أَوْ نَلْعَنَهُمْ كَمَا لَعَنَّا أَصْحَابَ السَّبْتِ ۚ وَكَانَ أَمْرُ اللَّهِ مَفْعُولًا
Gelî ewan kesên ku ji we ra pirtûk hatîye! Ewa (pirtûka) me hînartîye, ku ewa (pirtûka) bi xweber jî rastdarê ji bona we (pirtûka) bi we ra heyî, hêj di berya ku me rûyên we şop ne kirîye, îdî ewan rûyan di para da em dizivirînin wekî pişta stûyê wan rast dibin, û hêj bi berya ku emê ewan ji (derê xwe) bideherînin, ça me ewan (merivên) hevrîne Roya Şemîyê deherandine hûn bi wê bawer bikin. Û bi rastî fermanên Yezdan şixwe hatine kirinê
إِنَّ اللَّهَ لَا يَغْفِرُ أَنْ يُشْرَكَ بِهِ وَيَغْفِرُ مَا دُونَ ذَٰلِكَ لِمَنْ يَشَاءُ ۚ وَمَنْ يُشْرِكْ بِاللَّهِ فَقَدِ افْتَرَىٰ إِثْمًا عَظِيمًا
Bi rastî Yezdan (gunehên) hevrîtîya (ku ji wî ra çê dikin) nabaxişîne û ewa ji bona evînê xwe ra, ji pêştirê vî gunehî hemûşk gunehên mayî dibaxişîne. Û bi rastî kîjan ji Yezdan ra hevrêyan bigıre, bi sond! Ewî bi gunehekî mezin, vireke mezin kirîye
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ يُزَكُّونَ أَنْفُسَهُمْ ۚ بَلِ اللَّهُ يُزَكِّي مَنْ يَشَاءُ وَلَا يُظْلَمُونَ فَتِيلًا
Ma qey (Muhemmed!) tu li bal wanê ku bi xweber xwe (ji gunehan) paqij dikin mêze nakî? (Ewan ça xwe paqij dikin! Gotina wan nîne). Lê Yezdan kîjanî bivê ewî ji gunehan paqij dike, qe li wan wekî taki jî cewr nayê kirinê

Choose other languages: