Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #51 Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ آمِنُوا بِمَا نَزَّلْنَا مُصَدِّقًا لِمَا مَعَكُمْ مِنْ قَبْلِ أَنْ نَطْمِسَ وُجُوهًا فَنَرُدَّهَا عَلَىٰ أَدْبَارِهَا أَوْ نَلْعَنَهُمْ كَمَا لَعَنَّا أَصْحَابَ السَّبْتِ ۚ وَكَانَ أَمْرُ اللَّهِ مَفْعُولًا
Gelî ewan kesên ku ji we ra pirtûk hatîye! Ewa (pirtûka) me hînartîye, ku ewa (pirtûka) bi xweber jî rastdarê ji bona we (pirtûka) bi we ra heyî, hêj di berya ku me rûyên we şop ne kirîye, îdî ewan rûyan di para da em dizivirînin wekî pişta stûyê wan rast dibin, û hêj bi berya ku emê ewan ji (derê xwe) bideherînin, ça me ewan (merivên) hevrîne Roya Şemîyê deherandine hûn bi wê bawer bikin. Û bi rastî fermanên Yezdan şixwe hatine kirinê
إِنَّ اللَّهَ لَا يَغْفِرُ أَنْ يُشْرَكَ بِهِ وَيَغْفِرُ مَا دُونَ ذَٰلِكَ لِمَنْ يَشَاءُ ۚ وَمَنْ يُشْرِكْ بِاللَّهِ فَقَدِ افْتَرَىٰ إِثْمًا عَظِيمًا
Bi rastî Yezdan (gunehên) hevrîtîya (ku ji wî ra çê dikin) nabaxişîne û ewa ji bona evînê xwe ra, ji pêştirê vî gunehî hemûşk gunehên mayî dibaxişîne. Û bi rastî kîjan ji Yezdan ra hevrêyan bigıre, bi sond! Ewî bi gunehekî mezin, vireke mezin kirîye
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ يُزَكُّونَ أَنْفُسَهُمْ ۚ بَلِ اللَّهُ يُزَكِّي مَنْ يَشَاءُ وَلَا يُظْلَمُونَ فَتِيلًا
Ma qey (Muhemmed!) tu li bal wanê ku bi xweber xwe (ji gunehan) paqij dikin mêze nakî? (Ewan ça xwe paqij dikin! Gotina wan nîne). Lê Yezdan kîjanî bivê ewî ji gunehan paqij dike, qe li wan wekî taki jî cewr nayê kirinê
انْظُرْ كَيْفَ يَفْتَرُونَ عَلَى اللَّهِ الْكَذِبَ ۖ وَكَفَىٰ بِهِ إِثْمًا مُبِينًا
(Muhemmed!) Tu li wan mêze bike û binhêre; ka ewan ça bi derewan viran li ser (navê) Yezdan dikin! Şixwa eva vira hene xuyayî, bi gunehî bes e
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ أُوتُوا نَصِيبًا مِنَ الْكِتَابِ يُؤْمِنُونَ بِالْجِبْتِ وَالطَّاغُوتِ وَيَقُولُونَ لِلَّذِينَ كَفَرُوا هَٰؤُلَاءِ أَهْدَىٰ مِنَ الَّذِينَ آمَنُوا سَبِيلًا
Ma qey (Muhemmed!) tu nabînî? Ewan merivên ku ji bona wan ra pareke (ji zanîna) pirtûkê hatiye, ewanan bi sernegûnîyê (put) û bi kotekîya (pelidan) bawer dikin. Ewan ji bona wanê bûne file ra jî dibêjin: “Evan (pût û sernegûnî û kotekê pelîd) ji wanê ku bawer kirine; çêtir di rêya rast danin.”

Choose other languages: