Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #169 Translated in Kurdish

رُسُلًا مُبَشِّرِينَ وَمُنْذِرِينَ لِئَلَّا يَكُونَ لِلنَّاسِ عَلَى اللَّهِ حُجَّةٌ بَعْدَ الرُّسُلِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَزِيزًا حَكِيمًا
Ji bo ku meriv di pey hatina pêxemberan da ji bona xwe ra di hemberê Yezdan da îdî tu mana nebinin, me ewan pêxemberan bi mizgînvan û datirsvan li bal kesan da bi pêxemberî şandine. Bi rastî Yezdan serfirazekî bijejke ye
لَٰكِنِ اللَّهُ يَشْهَدُ بِمَا أَنْزَلَ إِلَيْكَ ۖ أَنْزَلَهُ بِعِلْمِهِ ۖ وَالْمَلَائِكَةُ يَشْهَدُونَ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ شَهِيدًا
Lê Yezdan ewan biryarên, ku li bal te da bizanîna xwe hinartîye, şahîdîya wan dide, ku ewî ewan biryaran hinartîne û firiştan jî şahîdî didin (ku Yezdan ewan hinartine). Û şixwe Yezdan (ji bona) şahîdîyê bes e
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَصَدُّوا عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ قَدْ ضَلُّوا ضَلَالًا بَعِيدًا
Ewanê bûne file û merivan jî ji rêya Yezdan didine para da hene! Bi rastî ewan di rêyeke dûr da wunda bûne
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَظَلَمُوا لَمْ يَكُنِ اللَّهُ لِيَغْفِرَ لَهُمْ وَلَا لِيَهْدِيَهُمْ طَرِيقًا
Ewanê bûne file û cewr jî kirine hene! Bi rastî Yezdan ji bona wan ra qe tu baxişandinê nake û ji bona wan ra jî qe tu rêyî nade diyarkirinê
إِلَّا طَرِيقَ جَهَنَّمَ خَالِدِينَ فِيهَا أَبَدًا ۚ وَكَانَ ذَٰلِكَ عَلَى اللَّهِ يَسِيرًا
Ji peştirê rêya dojê, ewanê di wê dojê da hey bimînin. Û eva (celatdana hanê) bi rastî li ser Yezdan hesanî ye

Choose other languages: