Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #154 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ يَكْفُرُونَ بِاللَّهِ وَرُسُلِهِ وَيُرِيدُونَ أَنْ يُفَرِّقُوا بَيْنَ اللَّهِ وَرُسُلِهِ وَيَقُولُونَ نُؤْمِنُ بِبَعْضٍ وَنَكْفُرُ بِبَعْضٍ وَيُرِيدُونَ أَنْ يَتَّخِذُوا بَيْنَ ذَٰلِكَ سَبِيلًا
Bi rastî ewanê bi Yezdan û bi Pêxemberê wî dibine file (bawer nakin) û ewan divên, ku dutîreti di nava Yezdan û Pêxemberên wî da çê bikin û ewan dibejin: “Em bi hinekî (pêxemberan) bawer dikin û em bi hinek (pêxemberan jî) dibine file (bi wan bawer nakin).” Û ewan divên, ku (di nava filetî û bawerîyê da) ji xwe ra rêyeke nîvwarî bigirin, hene
أُولَٰئِكَ هُمُ الْكَافِرُونَ حَقًّا ۚ وَأَعْتَدْنَا لِلْكَافِرِينَ عَذَابًا مُهِينًا
Bi rastî evan in, ku bi rastî file ne. Û me bi xweber jî ji bona filan ra şapateke sernegûn amade kirîye
وَالَّذِينَ آمَنُوا بِاللَّهِ وَرُسُلِهِ وَلَمْ يُفَرِّقُوا بَيْنَ أَحَدٍ مِنْهُمْ أُولَٰئِكَ سَوْفَ يُؤْتِيهِمْ أُجُورَهُمْ ۗ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَحِيمًا
Û ewanê, ku bi Yezdan û bi Pêxemberên wî bawer kirine û di nava yekê ji wan da jî qe dutiretî nakin, hene! Bi rastî (Yezdan) ê di nêzîk da xelata wan bide wan. Û Yezdan bi xweber jî baxişkarê dilovîn e
يَسْأَلُكَ أَهْلُ الْكِتَابِ أَنْ تُنَزِّلَ عَلَيْهِمْ كِتَابًا مِنَ السَّمَاءِ ۚ فَقَدْ سَأَلُوا مُوسَىٰ أَكْبَرَ مِنْ ذَٰلِكَ فَقَالُوا أَرِنَا اللَّهَ جَهْرَةً فَأَخَذَتْهُمُ الصَّاعِقَةُ بِظُلْمِهِمْ ۚ ثُمَّ اتَّخَذُوا الْعِجْلَ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَتْهُمُ الْبَيِّنَاتُ فَعَفَوْنَا عَنْ ذَٰلِكَ ۚ وَآتَيْنَا مُوسَىٰ سُلْطَانًا مُبِينًا
Ewanê wayê pirtûk hene! Ewan (Muhemmed!) ji te dipirsin; ku tu ji ezmana bi ser wan da pirtûkekî bidî hinartinê. Bi sond! Ewan ji Mûsa, hêj ji vê meztir pirsîne. Ewan ji Mûsa ra (aha) gotine: “Ka îdî (Mûsa!) tu Yezdan bi eşkere bi me bide dîtinê.” Bi sedema cewra ewan kirî, îdî birûska bêhişî bi van girtîye. Ji piştî ku ji wan ra beratên daveker jî hatibûn, ewan dîsa golik ji xwe ra girtin hebandin, îdi me ewan ji wan sikatên wan (ji piştî poşmanîya wan) baxişandin û me ji Mûsa ra jî beratên bi hêzên daveker anîne
وَرَفَعْنَا فَوْقَهُمُ الطُّورَ بِمِيثَاقِهِمْ وَقُلْنَا لَهُمُ ادْخُلُوا الْبَابَ سُجَّدًا وَقُلْنَا لَهُمْ لَا تَعْدُوا فِي السَّبْتِ وَأَخَذْنَا مِنْهُمْ مِيثَاقًا غَلِيظًا
Û bi sedema peymana wan (ku bi hêz be) me (çîyayê bi nav) Tûr rakire ser wan û me ji bona wan ra (aha) gotiye: “Hûn bi kundetî di derî da bikebin (wî bajarî). Û me (ji bona wan ra aha jî) gotîye: “Hûn ji bona (nêçîra masîyan) di roya şemîyê da (ji qedexeme xwe) neborin.” Û me ji wan (li ser van biryaran) peymaneke bi hêz sitandiye

Choose other languages: