Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #16 Translated in Kurdish

وَلَكُمْ نِصْفُ مَا تَرَكَ أَزْوَاجُكُمْ إِنْ لَمْ يَكُنْ لَهُنَّ وَلَدٌ ۚ فَإِنْ كَانَ لَهُنَّ وَلَدٌ فَلَكُمُ الرُّبُعُ مِمَّا تَرَكْنَ ۚ مِنْ بَعْدِ وَصِيَّةٍ يُوصِينَ بِهَا أَوْ دَيْنٍ ۚ وَلَهُنَّ الرُّبُعُ مِمَّا تَرَكْتُمْ إِنْ لَمْ يَكُنْ لَكُمْ وَلَدٌ ۚ فَإِنْ كَانَ لَكُمْ وَلَدٌ فَلَهُنَّ الثُّمُنُ مِمَّا تَرَكْتُمْ ۚ مِنْ بَعْدِ وَصِيَّةٍ تُوصُونَ بِهَا أَوْ دَيْنٍ ۗ وَإِنْ كَانَ رَجُلٌ يُورَثُ كَلَالَةً أَوِ امْرَأَةٌ وَلَهُ أَخٌ أَوْ أُخْتٌ فَلِكُلِّ وَاحِدٍ مِنْهُمَا السُّدُسُ ۚ فَإِنْ كَانُوا أَكْثَرَ مِنْ ذَٰلِكَ فَهُمْ شُرَكَاءُ فِي الثُّلُثِ ۚ مِنْ بَعْدِ وَصِيَّةٍ يُوصَىٰ بِهَا أَوْ دَيْنٍ غَيْرَ مُضَارٍّ ۚ وَصِيَّةً مِنَ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَلِيمٌ
Û ji bona we (mêran ra) nîvê wî malê, ku jina weye mirî li pey xwe da mîrat hîştîye heye, heke ji bona wan jinan ra zarên wan tu nebim heke zarên wan jinan hebin; îdî ji bona we ra ji wî malê mîratê, ji çar paran parak heye, ji piştî wan parên, ku ewan bi dayîna wan şîret kirine û ji piştî wan deynê, ku li ser we hebûye bê dayînê. Û ji bona wan jinên, ku ewan li pey we da mane, ji wî malê mîrata weye hîştî, ji çar paran parek heye, heke ji piştî mirina we da, zarên we ne mabin. Îdî heke ji piştî mirina we da, ji bona we ra zarên we mabin, ji wî malê mîrata weye hîştî, ji piştî wan şîretên we ne, ku we bi dana wan kirîye û ji piştî deynê we, ji bona wan jinan ra ji heşt paran, parek heye. Û heke mirî mêr be û ya jin be (bê dûmda bin, ji wan ra ji bav û dîya wan, tu ûrta wan ne mabe, ewan bi xweber jî bê dûmda bin ûrta wanê mayî ji dîya wan) bira, ya jî xûşka wan hebe, îdî ji bona van her yekê ra, ji piştî şîretên, ku mirî bi dana wan şîret kirîye û ji piştî deynê mirî, ji wî malê mîrata mayî derkebe; ji şeş paran parek heye. Îdî heke ewan (bira û xûşkên we ne ji dîya we) ji duduyan pirtir bin ewanan hemûşk jî ji piştî şîretên, ku mirî bi dana wan şîret kirîye û ji piştî deynê mirî ji wî malê mîrata ma; derkebe, ji sê paran, parekî da hempar in. Eva parkirina hanê rast e. Heke şîret û deynê wî zîyanê nede para wan. Eva (parkirina) şîretek e bi vê nevê ye ji Yezdan hatîye kirinê. Û Yezdan zanakî mulahîm e
تِلْكَ حُدُودُ اللَّهِ ۚ وَمَنْ يُطِعِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ يُدْخِلْهُ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ وَذَٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ
Evan parkirin û şîretên hanênan biryarên Yezdan in.Û kîjan jî bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî bike, îdî Yezdanê ewî bixe wê bihişta, ku di binê (darê wê da) çem dikişin. Ewanê di w bihiştê da hemû gavan bimînin. Serfirazîya mezin eva ye
وَمَنْ يَعْصِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَيَتَعَدَّ حُدُودَهُ يُدْخِلْهُ نَارًا خَالِدًا فِيهَا وَلَهُ عَذَابٌ مُهِينٌ
Û kîjan bê gotina Yezdan û Pêxemberê wî û neyartîya biryarên wî bike (ji wan bibore) îdî Yezdanê ewî bixe agirekî wusa, ewayî di wî agirî da hemû gava bimîne. Û ji bona wî ra şapatek e riswabûyî heye
وَاللَّاتِي يَأْتِينَ الْفَاحِشَةَ مِنْ نِسَائِكُمْ فَاسْتَشْهِدُوا عَلَيْهِنَّ أَرْبَعَةً مِنْكُمْ ۖ فَإِنْ شَهِدُوا فَأَمْسِكُوهُنَّ فِي الْبُيُوتِ حَتَّىٰ يَتَوَفَّاهُنَّ الْمَوْتُ أَوْ يَجْعَلَ اللَّهُ لَهُنَّ سَبِيلًا
Û ewan jinên weyên, ku maştoqî kirine hene! (divê ku hûn ji bona kirina wan) çar şahidan ji xwe bînin (ku ewan jinan maştoqî kirine, bidine rast kirinê). Îdî heke ewan şahidan, şahîdî dan (ku ewan jinan maştoqî kirine) hûn ewan jinan îdî di xanîyan da bigirin, heya ku ewan jinan bimirin ya jî haya Yezdan ji bona wan jinan ra rêyek e mayî derxe
وَاللَّذَانِ يَأْتِيَانِهَا مِنْكُمْ فَآذُوهُمَا ۖ فَإِنْ تَابَا وَأَصْلَحَا فَأَعْرِضُوا عَنْهُمَا ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ تَوَّابًا رَحِيمًا
Û ewan herduk (mêrikên) ji we (ku bi hev ra) qûndayî kirine hene! Heya ewan ji wê kirinê poşman bibin û aştîkarî bikin, hûn ji wan ra cefa bidin. Îdî heke ewan ji wê kirina xwe poşman bûn, hûn jî ji cefadana wan xwe bidine para da. Bi rastî Yezdan pir baxişgerê dilovîn e

Choose other languages: