Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Mulk Ayahs #7 Translated in Kurdish

الَّذِي خَلَقَ سَبْعَ سَمَاوَاتٍ طِبَاقًا ۖ مَا تَرَىٰ فِي خَلْقِ الرَّحْمَٰنِ مِنْ تَفَاوُتٍ ۖ فَارْجِعِ الْبَصَرَ هَلْ تَرَىٰ مِنْ فُطُورٍ
Ewî ezman bi heft ramaxê (wekîhev) afirandî ye (heryekê ji wan di şopa xwe da digere). Tu di afirandîna ( Yezdan ê ) dilovan da qe to alozîyê nabînî. Îdî tu çav bizvirîn e, ka qe tu (di afirandina wan da) tu alozîyekî di bînî
ثُمَّ ارْجِعِ الْبَصَرَ كَرَّتَيْنِ يَنْقَلِبْ إِلَيْكَ الْبَصَرُ خَاسِئًا وَهُوَ حَسِيرٌ
Paşê tu bi car û car çav bizvirîne qe tu (tu alozî nabînî). Ewan çavanê bi bêzarî (ji dîtina kêmaî û alozîyan) bê umîd wê li bal te da bizvirin
وَلَقَدْ زَيَّنَّا السَّمَاءَ الدُّنْيَا بِمَصَابِيحَ وَجَعَلْنَاهَا رُجُومًا لِلشَّيَاطِينِ ۖ وَأَعْتَدْنَا لَهُمْ عَذَابَ السَّعِيرِ
Bi sond ! me ezmanê cihanê bi sitêrkne wekî çiran çilwulok xemilandî ye. Me ewan sitêrkan ji bona Pelîdan xistin e kevir afîtok (sitêrkê rijok e). Me ji bona (Pelîdan ra) şapata doja hilopît amade kirîye
وَلِلَّذِينَ كَفَرُوا بِرَبِّهِمْ عَذَابُ جَهَنَّمَ ۖ وَبِئْسَ الْمَصِيرُ
Me ji bona wanê ku filetî ya Xuda yê xwe dikin şapata dojê (amade kirîye). Ewa çiqa sikê êwran e
إِذَا أُلْقُوا فِيهَا سَمِعُوا لَهَا شَهِيقًا وَهِيَ تَفُورُ
Gava ewan di nava dojê da têne afîtinê, ewan ji dojê dengê zîqînîyê di behên (tu dibê qey ji hizkirina afîtinê) di hîre û ewa li sed hev da pêt davêj e

Choose other languages: