Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Mulk Ayahs #9 Translated in Kurdish

وَلَقَدْ زَيَّنَّا السَّمَاءَ الدُّنْيَا بِمَصَابِيحَ وَجَعَلْنَاهَا رُجُومًا لِلشَّيَاطِينِ ۖ وَأَعْتَدْنَا لَهُمْ عَذَابَ السَّعِيرِ
Bi sond ! me ezmanê cihanê bi sitêrkne wekî çiran çilwulok xemilandî ye. Me ewan sitêrkan ji bona Pelîdan xistin e kevir afîtok (sitêrkê rijok e). Me ji bona (Pelîdan ra) şapata doja hilopît amade kirîye
وَلِلَّذِينَ كَفَرُوا بِرَبِّهِمْ عَذَابُ جَهَنَّمَ ۖ وَبِئْسَ الْمَصِيرُ
Me ji bona wanê ku filetî ya Xuda yê xwe dikin şapata dojê (amade kirîye). Ewa çiqa sikê êwran e
إِذَا أُلْقُوا فِيهَا سَمِعُوا لَهَا شَهِيقًا وَهِيَ تَفُورُ
Gava ewan di nava dojê da têne afîtinê, ewan ji dojê dengê zîqînîyê di behên (tu dibê qey ji hizkirina afîtinê) di hîre û ewa li sed hev da pêt davêj e
تَكَادُ تَمَيَّزُ مِنَ الْغَيْظِ ۖ كُلَّمَا أُلْقِيَ فِيهَا فَوْجٌ سَأَلَهُمْ خَزَنَتُهَا أَلَمْ يَأْتِكُمْ نَذِيرٌ
Nêzîk dibe ku (ewa doja) ji hêrsa ji hev bi çire. Çiqa destek ji wan di nava (dojê da) têne afîtinê, zebanîyê (dojê) ji wan pirs kirîye, « Qe ji bona ew ra hişyarvanekî, ku (hûn ji vê dojê bi dana tirsandinê ) ne hatibû bal we ? »
قَالُوا بَلَىٰ قَدْ جَاءَنَا نَذِيرٌ فَكَذَّبْنَا وَقُلْنَا مَا نَزَّلَ اللَّهُ مِنْ شَيْءٍ إِنْ أَنْتُمْ إِلَّا فِي ضَلَالٍ كَبِيرٍ
Ewan (aha pisyar dane û) gotine, « erê ! bi sond, li bal me da hişyarvan hatibûn, lê me ewan dane derew dêrandinê, me ji wan ra (aha) gotibû, « Yezdan qe tu tişt ne hinartîye, hûn hey di wundabûneke mezin danin. »

Choose other languages: