Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Mulk Ayahs #19 Translated in Kurdish

هُوَ الَّذِي جَعَلَ لَكُمُ الْأَرْضَ ذَلُولًا فَامْشُوا فِي مَنَاكِبِهَا وَكُلُوا مِنْ رِزْقِهِ ۖ وَإِلَيْهِ النُّشُورُ
Ewê, ku zemîn ji bona we ra melûl kirîye heye ! ewa Yezdan e, îdî hûn di nav milê (zemîn da) bigerin û hûn ji rojîne wî bixun. Hey zivirandin li bal (Yezdan) dane
أَأَمِنْتُمْ مَنْ فِي السَّمَاءِ أَنْ يَخْسِفَ بِكُمُ الْأَرْضَ فَإِذَا هِيَ تَمُورُ
Qey hûn ji wanê di ezmana da ewle dibin, ku ewan we di zemîn da nexne xarê? Gava (evan bi vên, ku we di zemîn da bixne xarê) zemîn heman diheje (hûn bixweber di zemîn da diçine xarê)
أَمْ أَمِنْتُمْ مَنْ فِي السَّمَاءِ أَنْ يُرْسِلَ عَلَيْكُمْ حَاصِبًا ۖ فَسَتَعْلَمُونَ كَيْفَ نَذِيرِ
Yajî qeyy hûn ji wanê di zemîn da hene ewle dibin, ku ewan li ser we da bexûrê neşînin? Di nava wê baxûrê da kevirne, ku hûn bi wan bêne kuştinê hebin. Îdî hûnê di nêzîk da bizanin ka hîşyar ya mine bi tirsdanê, çane
وَلَقَدْ كَذَّبَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ فَكَيْفَ كَانَ نَكِيرِ
Bi sond! Ewanê di berya wan da hebûne, hene ! ewan jî (Pêxemberne xwe) dabûne derewdêrandinê, îdî (tu mize bike) ka temtêla wanê,ku (digotin, Xuda) tuneye çane
أَوَلَمْ يَرَوْا إِلَى الطَّيْرِ فَوْقَهُمْ صَافَّاتٍ وَيَقْبِضْنَ ۚ مَا يُمْسِكُهُنَّ إِلَّا الرَّحْمَٰنُ ۚ إِنَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ بَصِيرٌ
Maqey ewan li bal wan çûkne, ku li ser wan da ref girtine û baskê xwe diweşînin û req dikin, mêze nakin? Ewan (çûkan) di hewa da hey (Yezdan ê) dilovan digire. Loma bi rastî ewa hemî tiştîdibîne

Choose other languages: