Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Mulk Ayahs #13 Translated in Kurdish

قَالُوا بَلَىٰ قَدْ جَاءَنَا نَذِيرٌ فَكَذَّبْنَا وَقُلْنَا مَا نَزَّلَ اللَّهُ مِنْ شَيْءٍ إِنْ أَنْتُمْ إِلَّا فِي ضَلَالٍ كَبِيرٍ
Ewan (aha pisyar dane û) gotine, « erê ! bi sond, li bal me da hişyarvan hatibûn, lê me ewan dane derew dêrandinê, me ji wan ra (aha) gotibû, « Yezdan qe tu tişt ne hinartîye, hûn hey di wundabûneke mezin danin. »
وَقَالُوا لَوْ كُنَّا نَسْمَعُ أَوْ نَعْقِلُ مَا كُنَّا فِي أَصْحَابِ السَّعِيرِ
(aha jî) gotibûne, « Şixwa heke me ji wan (hişyrvanan) bi bihîsta û me (ji gotinê wan) hiş hilda, em ne diketine nava hevrîne (agirê) hilopît. »
فَاعْتَرَفُوا بِذَنْبِهِمْ فَسُحْقًا لِأَصْحَابِ السَّعِيرِ
Îdî ewan (bi vênevê gotine), « erê ! me (evan gunehê hanênan) kirine. Îdî (tu dest ji wan berde) bi ra hevalê wî (agirê) hilopît bêne hêrandinê, dûr e (dilovanî ya Yezdan bi kebin)
إِنَّ الَّذِينَ يَخْشَوْنَ رَبَّهُمْ بِالْغَيْبِ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَأَجْرٌ كَبِيرٌ
Bi rastî ewanê, ku bi dizîka da ji Xuda yê xwe ditirsin hene ! ji bona wan ra baxişkirin û kiryeke mezin heye
وَأَسِرُّوا قَوْلَكُمْ أَوِ اجْهَرُوا بِهِ ۖ إِنَّهُ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Hûn (gelî merivan !) axiftinan, çi veşêrin û çi eşkerke bikin (yek e). Loma tişta di singa da heye (Yezdan) pur pê dizane

Choose other languages: