Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #62 Translated in Kurdish

وَإِذَا نَادَيْتُمْ إِلَى الصَّلَاةِ اتَّخَذُوهَا هُزُوًا وَلَعِبًا ۚ ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ قَوْمٌ لَا يَعْقِلُونَ
Û di gava hûn ji bona nimêjkirinê (bang didin) hevdu gazî nimêjkirinê dikin, ewan bi wê gazîkirina we tinazan dikin û dileyîzin, eva ririna wan, ji ber ku ewan komalekî wusa bûne, hişê wan ne digihişte tiştan, loma tinaz dikirin
قُلْ يَا أَهْلَ الْكِتَابِ هَلْ تَنْقِمُونَ مِنَّا إِلَّا أَنْ آمَنَّا بِاللَّهِ وَمَا أُنْزِلَ إِلَيْنَا وَمَا أُنْزِلَ مِنْ قَبْلُ وَأَنَّ أَكْثَرَكُمْ فَاسِقُونَ
(Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn hey ji ber ku me bi Yezdan û bi wê (pirtûka) li bal me da hatîye hinartinê û me bi wan (pirtûkên) hêj berê da hatine hinartinê bawer kirîye, loma rikê xwe ji me tînin (heke ji bona wî nebe) qe hûn rikê xwe ji me naynin. Şixwa bi rastî pirê we ji rêya rast derketine.”
قُلْ هَلْ أُنَبِّئُكُمْ بِشَرٍّ مِنْ ذَٰلِكَ مَثُوبَةً عِنْدَ اللَّهِ ۚ مَنْ لَعَنَهُ اللَّهُ وَغَضِبَ عَلَيْهِ وَجَعَلَ مِنْهُمُ الْقِرَدَةَ وَالْخَنَازِيرَ وَعَبَدَ الطَّاغُوتَ ۚ أُولَٰئِكَ شَرٌّ مَكَانًا وَأَضَلُّ عَنْ سَوَاءِ السَّبِيلِ
(Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ez ji bona we ra li bal Yezdan, di hemberê van (kirinê we da) hêj (beterê şapatan) heye, bêjim?” Yezdan kîjan deherandi be û li wî xeşim kiribe û ji wan meymûn (perest) û beraz (perest) û bendeyên pelîd çê kiribe, şûna van (bi şapatî) beterê şûna ne û evanan in, ku hêj pirtir rêya rast wunda kirine
وَإِذَا جَاءُوكُمْ قَالُوا آمَنَّا وَقَدْ دَخَلُوا بِالْكُفْرِ وَهُمْ قَدْ خَرَجُوا بِهِ ۚ وَاللَّهُ أَعْلَمُ بِمَا كَانُوا يَكْتُمُونَ
Û di gavêkî da ewan hatine bal we (ji we ra) gotine: “Me bawer kirîye.” (Gotina wan nîne).Bi sond! Ewan bi filetî hatine û bi filetî jî ewan derketine (çûne). Şixwa Yezdan bi xweber jî çêtir bi wan tiştên ku ewan veşartibûne dizane
وَتَرَىٰ كَثِيرًا مِنْهُمْ يُسَارِعُونَ فِي الْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ وَأَكْلِهِمُ السُّحْتَ ۚ لَبِئْسَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Û tu dibînî, ku pirê ji wan ji bona (kirina) gonehan û neyartîya (bi we ra) û ji bona ku tiştên ne durist bixun, bi lez didine ber hevdu. Bi rastî çiqa sike tiştê ewan dikiribûne

Choose other languages: