Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #51 Translated in Kurdish

وَلْيَحْكُمْ أَهْلُ الْإِنْجِيلِ بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ فِيهِ ۚ وَمَنْ لَمْ يَحْكُمْ بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ
Û (gelî peyrewên Încîlê!) hûn jî bi wan biryarên ku Yezdan (di Încîlê da) hinartîye berewanî bikin. Û kîjan merivê ku bi wan biryarên Yezdan hinar- tîye berewanî neke, îdî bi rastî evanê ji rê derketî ewan bi xweber in
وَأَنْزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ الْكِتَابِ وَمُهَيْمِنًا عَلَيْهِ ۖ فَاحْكُمْ بَيْنَهُمْ بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ ۖ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَهُمْ عَمَّا جَاءَكَ مِنَ الْحَقِّ ۚ لِكُلٍّ جَعَلْنَا مِنْكُمْ شِرْعَةً وَمِنْهَاجًا ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَجَعَلَكُمْ أُمَّةً وَاحِدَةً وَلَٰكِنْ لِيَبْلُوَكُمْ فِي مَا آتَاكُمْ ۖ فَاسْتَبِقُوا الْخَيْرَاتِ ۚ إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ فِيهِ تَخْتَلِفُونَ
Û (Muhemmed!) me li bal te da jî pirtûk (Qur’an) ji bona ku rastdarya (wan biryarên) di berya xwe da bike û bibe ewle û dîdevan li ser wan pirtûkan, bi rastî hinartîye. Îdî tu di nava wan da, bi wan biryarên ku Yezdan li bal te da hinartîye, berewanîyê bike û tu ji wan biryarên rastê, ku li bal te da hatine (rûyê xwe nefitilîne) nebe peyrevê dilxwastina wan. Ji bona her yekê ji we (pêxemberan ra) me rê û rêzikeke wî danîye. Û heke Yezdan biva, wê hûn hemûşk bi xistina komeke bi tenê, lê ji bo ku em we biceribînin ka kîjanê ji we ewan (biryarên me dane we digire) me hûn xistine deste deste, îdî hûn (gelî bawergeran!) ji bona (kirina) qencîyan bidine ber hev. Şûna fetla we hemûşka jî li bal Yezdan da ne. (Di wê gavê da) ewan biryarên ku hûn têda ne wek hev dibûn, wê ji we ra bêje
وَأَنِ احْكُمْ بَيْنَهُمْ بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَهُمْ وَاحْذَرْهُمْ أَنْ يَفْتِنُوكَ عَنْ بَعْضِ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ إِلَيْكَ ۖ فَإِنْ تَوَلَّوْا فَاعْلَمْ أَنَّمَا يُرِيدُ اللَّهُ أَنْ يُصِيبَهُمْ بِبَعْضِ ذُنُوبِهِمْ ۗ وَإِنَّ كَثِيرًا مِنَ النَّاسِ لَفَاسِقُونَ
Û me (eva fermana jî li bal te da hinartîye), ji bo ku tu di nava wan da bi wan biryarên, ku Yezdan hinartîye berewanîyê bikî û tu nebe peyrewê dilxwastina wan û tu xwe ji wan biparisîne. Ewan xebatê dikin, ji bo ku te ji hinek biryarên Yezdan hinartîye para bidin (poşman bikin). Heke ewan (bawer nekin) para da bizvirin, îdî tu bizane! Bi rastî Yezdan divê, ku bi hinekî ji gonehê wan, ewan şapat bike. Û bi rastî şixwa pirê merivan (ji rêya rast) derketine
أَفَحُكْمَ الْجَاهِلِيَّةِ يَبْغُونَ ۚ وَمَنْ أَحْسَنُ مِنَ اللَّهِ حُكْمًا لِقَوْمٍ يُوقِنُونَ
Qey hêj ewan berewanîya (dane) nezanîyê divên? Gelo ji bona wî komalê ku di nêzîk da dizanin, ji Yezdan çêtir, yekê rindtir berewanî bike, heye
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا الْيَهُودَ وَالنَّصَارَىٰ أَوْلِيَاءَ ۘ بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاءُ بَعْضٍ ۚ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ مِنْكُمْ فَإِنَّهُ مِنْهُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ
Gelî ewanê ku bawer kirîye! Hûn, cihû û mexînan ji xwe ra nexine serkar. Ewan bi xweber, hinekên wan serkarê hinekê wan in. Û kîjan ji we, ku ewan ji xwe ra bixe serkar, îdî ewa jî bi rastî ji wan (cihû û mexînan) e. Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast

Choose other languages: