Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #34 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ إِنَّا لَا نُضِيعُ أَجْرَ مَنْ أَحْسَنَ عَمَلًا
Bi rastî ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Em xelata wa yên qenc bi tu car wunda nakin
أُولَٰئِكَ لَهُمْ جَنَّاتُ عَدْنٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهِمُ الْأَنْهَارُ يُحَلَّوْنَ فِيهَا مِنْ أَسَاوِرَ مِنْ ذَهَبٍ وَيَلْبَسُونَ ثِيَابًا خُضْرًا مِنْ سُنْدُسٍ وَإِسْتَبْرَقٍ مُتَّكِئِينَ فِيهَا عَلَى الْأَرَائِكِ ۚ نِعْمَ الثَّوَابُ وَحَسُنَتْ مُرْتَفَقًا
Ji bona van ra bihiştên bi nav ‘Edn (bihiştên xurekan) heye, ku di binê darê wan da çem dikişin, ewan di wê bihiştê da bi bazinê zêr têne xemilandinê û kincên hêşîn, ku ji zîv û burqonekan hatine çêkirinê, li xwe di- kin, di bihiştê da li ser kursîyan pal dayîne. Çiqa qencê qencîya ne û çiqa qencê kursîya ne
وَاضْرِبْ لَهُمْ مَثَلًا رَجُلَيْنِ جَعَلْنَا لِأَحَدِهِمَا جَنَّتَيْنِ مِنْ أَعْنَابٍ وَحَفَفْنَاهُمَا بِنَخْلٍ وَجَعَلْنَا بَيْنَهُمَا زَرْعًا
(Muhemmed!) Tu ji bona wan ra bi hecwekî serdaboraya wan her du mêran bêje: "Ji bona yekê ji wan ra me du rezên ji tiryan dabû, me ewan her du rez bi cêrgeyên darê xurman (ku di dora wan da bûne) girtine, me di nava wan da jî (zevîyên) çandinîyê bi cîh kiribû
كِلْتَا الْجَنَّتَيْنِ آتَتْ أُكُلَهَا وَلَمْ تَظْلِمْ مِنْهُ شَيْئًا ۚ وَفَجَّرْنَا خِلَالَهُمَا نَهَرًا
Ewan her du rezan jî, wusa ber didan, qe tu tişt ji wan kêm ne mabû, me di nava wan da jî çem dane kişandinê
وَكَانَ لَهُ ثَمَرٌ فَقَالَ لِصَاحِبِهِ وَهُوَ يُحَاوِرُهُ أَنَا أَكْثَرُ مِنْكَ مَالًا وَأَعَزُّ نَفَرًا
Ji bona (xweyê van rezan ra) berê (semer) daran hebû (xweyê mal bû). Evî ji bona hevalê xwe yê (xezan ra) xwe qure dikir (aha) gotîye: "Tu çima bi min ra (tekoşînê dikî)? Bi mal ez ji te bi hêztir im û zarên min jî ji zarên te pirtir in

Choose other languages: