Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #21 Translated in Kurdish

وَتَرَى الشَّمْسَ إِذَا طَلَعَتْ تَزَاوَرُ عَنْ كَهْفِهِمْ ذَاتَ الْيَمِينِ وَإِذَا غَرَبَتْ تَقْرِضُهُمْ ذَاتَ الشِّمَالِ وَهُمْ فِي فَجْوَةٍ مِنْهُ ۚ ذَٰلِكَ مِنْ آيَاتِ اللَّهِ ۗ مَنْ يَهْدِ اللَّهُ فَهُوَ الْمُهْتَدِ ۖ وَمَنْ يُضْلِلْ فَلَنْ تَجِدَ لَهُ وَلِيًّا مُرْشِدًا
(Piştî mijûlîya wî xortî, ewan di şikevtê da razane). Gava roj hiltê, tu dibînî tirêja rojê li kêleka rastê, gava çûna ava jî li kêleka çepê dixist, ewan bi xweber jî di firetîya şikevtê da bûne. (Ya jî gava roj derdikebe li kêleka rastê da dibore, lê gava roj ava da jî di kêleka çepê da dibire derbas dibe, ewan bi xweber jî nîveka şikevtê da raza bûne, qe tavê li wan ne xistîye). Eva temtêla wan ê hanê ji beratên derhozeyên Yezdan in. Îdî Yezdan kîjanî bîne rêya rast, ewî rêya rast dîtîye û, kîjanî (Yezdan) ji ber wî rêya rast wunda bike, îdî tu ji bona wî ra rastî tu serkarê beled nayê
وَتَحْسَبُهُمْ أَيْقَاظًا وَهُمْ رُقُودٌ ۚ وَنُقَلِّبُهُمْ ذَاتَ الْيَمِينِ وَذَاتَ الشِّمَالِ ۖ وَكَلْبُهُمْ بَاسِطٌ ذِرَاعَيْهِ بِالْوَصِيدِ ۚ لَوِ اطَّلَعْتَ عَلَيْهِمْ لَوَلَّيْتَ مِنْهُمْ فِرَارًا وَلَمُلِئْتَ مِنْهُمْ رُعْبًا
Ewan razayî bûne, te digo qey hişyar in (loma çavê wan vekirî bûye, ewan di xew da bûne) me ewan rast û çep dizivirandin û seyî wan jî herduk destê xwe yê pêşîyê (pê pêşîyî) li ber derî dirêj kiribûye (raza ye). Heke te ewan bi vê (temtêla wan) bidîta, hundurê teyê tijî tirs bûya, tuyê ji wan birevîyayî
وَكَذَٰلِكَ بَعَثْنَاهُمْ لِيَتَسَاءَلُوا بَيْنَهُمْ ۚ قَالَ قَائِلٌ مِنْهُمْ كَمْ لَبِثْتُمْ ۖ قَالُوا لَبِثْنَا يَوْمًا أَوْ بَعْضَ يَوْمٍ ۚ قَالُوا رَبُّكُمْ أَعْلَمُ بِمَا لَبِثْتُمْ فَابْعَثُوا أَحَدَكُمْ بِوَرِقِكُمْ هَٰذِهِ إِلَى الْمَدِينَةِ فَلْيَنْظُرْ أَيُّهَا أَزْكَىٰ طَعَامًا فَلْيَأْتِكُمْ بِرِزْقٍ مِنْهُ وَلْيَتَلَطَّفْ وَلَا يُشْعِرَنَّ بِكُمْ أَحَدًا
(Me ça ewan razandi bûn) wusa jî me ewan hişyar kirin, ji bo ku ewan (demên borî û temtêla xwe) ji hev pirs bikin. Yekê ji wan (aha) gotîye: "Gelo çiqas e hûn di vira da mane?" Ewanê mayî (bersiva wî dane, aha) gotine: "Royek e û ya jî danekî ji royê ye (em razane di vira da mane." Ewanê ku rastîya mayîna xwe nizanbûne, aha) gotine: "Xudayê we bi mayîna we çêtir dizane. Îdî hûn yekê ji xwe, bi van perên xwe va bişîne bajar, bira ewa li xurekan mêze bike, ka kîjan xurek xweş e, îdî bira ji, wî ji bona we ra rozînîyekî bîne, bira wusa xalyazî bike, ku tu kes bi wî nehese
إِنَّهُمْ إِنْ يَظْهَرُوا عَلَيْكُمْ يَرْجُمُوكُمْ أَوْ يُعِيدُوكُمْ فِي مِلَّتِهِمْ وَلَنْ تُفْلِحُوا إِذًا أَبَدًا
Loma bi rastî heke ewan bi we bihesin, ewanê we bi keviran bikujin, ya jî we dîsa we beherin ser ola xwe. Bi rastî (heke hûn herin ser ola wan) îdî hûn di wê gavê da fereste nabin
وَكَذَٰلِكَ أَعْثَرْنَا عَلَيْهِمْ لِيَعْلَمُوا أَنَّ وَعْدَ اللَّهِ حَقٌّ وَأَنَّ السَّاعَةَ لَا رَيْبَ فِيهَا إِذْ يَتَنَازَعُونَ بَيْنَهُمْ أَمْرَهُمْ ۖ فَقَالُوا ابْنُوا عَلَيْهِمْ بُنْيَانًا ۖ رَبُّهُمْ أَعْلَمُ بِهِمْ ۚ قَالَ الَّذِينَ غَلَبُوا عَلَىٰ أَمْرِهِمْ لَنَتَّخِذَنَّ عَلَيْهِمْ مَسْجِدًا
Ji bo ku (ewanê bi rabûna para da bawer nakin) bizanin, bi rastî peymana Yezdan e (ji piştî mirinê) rabûn heye, mafekî rast e û (bizanin ku) bi rastî di wî danî da, qe tu dudilî tune ye. (Me ça ewan razandin, dîsa hişyar kirin) wusa jî me komal bi wan dane hesandinê. (Loma ewan hêj di berê da, di bûyera rabûn û civandinê da, bi hev ra tekoşîn dikiribûne, gava ewa çû şikevtê, îdî bi rastî mirin e) di wê gavê da komal bi hev ra tekoşîn kirin (ji bo ku hevrîyên şikevtê ça biparisînin): Hinekan ji wana gotine: "Hûn li ser wan kumbetan ava bikin." (Hineka di mafê wan da tekoşîn kirine, gelo kî ne, navê wan çi ne? Lê) Xudayê wan, bi wan çêtir dizane. Ewanê servatîyî bûyera wan in (aha) gotîne: "Emê li ser wan mizgevtekî ava bikin

Choose other languages: