Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Hajj Ayahs #10 Translated in Kurdish

ذَٰلِكَ بِأَنَّ اللَّهَ هُوَ الْحَقُّ وَأَنَّهُ يُحْيِي الْمَوْتَىٰ وَأَنَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Eva (afirandina meriv û hêşnayan) wusa ne. Loma bi rastî Yezdan bi xweber (hebûnake) maf e, hey ewa mirya zindî dike. Loma bi rastî ewa li ser hemî tiştî şîye
وَأَنَّ السَّاعَةَ آتِيَةٌ لَا رَيْبَ فِيهَا وَأَنَّ اللَّهَ يَبْعَثُ مَنْ فِي الْقُبُورِ
Û qe tu dudilî tune ye wê danê rabûna hemî tiştî were. Loma bi rastî Yezdanê hemî tiştên (veşartî) di goran da, wê rake, bişîne (civînê)
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يُجَادِلُ فِي اللَّهِ بِغَيْرِ عِلْمٍ وَلَا هُدًى وَلَا كِتَابٍ مُنِيرٍ
Hinek ji kesan hene! Ku qe tu zanîn û rêberî û pirtûk jî jê ra tune ye, dîsa di mafê (hebûna) Yezdan da tekoşînê dike
ثَانِيَ عِطْفِهِ لِيُضِلَّ عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ ۖ لَهُ فِي الدُّنْيَا خِزْيٌ ۖ وَنُذِيقُهُ يَوْمَ الْقِيَامَةِ عَذَابَ الْحَرِيقِ
Ji bo ku rêya Yezdan li ber kesan wunda bike (bi quretî xwe dimilmîne, li çep û rastê xwe, xwe dihejîne, tekoşîna xwe ra dom dike). Ji bona vî ra di cîhane da riswabûneke mezin heye, di roya (rabûna hemî da jî) emê bi wî şapata şewatê bidine çeşne (tam) kirinê
ذَٰلِكَ بِمَا قَدَّمَتْ يَدَاكَ وَأَنَّ اللَّهَ لَيْسَ بِظَلَّامٍ لِلْعَبِيدِ
Bi sedema wan kedên, ku her du destê te kirîye, di pêş da şandîye, eva şapata hanê bi serê te da hatîye. Loma bi rastî Yezdan ji bona bendeyên xwe ra cewrkar nîne

Choose other languages: