Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Fath Ayahs #17 Translated in Kurdish

وَمَنْ لَمْ يُؤْمِنْ بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ فَإِنَّا أَعْتَدْنَا لِلْكَافِرِينَ سَعِيرًا
Kî bi Xuda û pêxemberê wî bawerî neyne, vêca bêguman me ji kafiran re agirek har amade kiriye
وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ يَغْفِرُ لِمَنْ يَشَاءُ وَيُعَذِّبُ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَحِيمًا
Mulkê asîmana û zemîn ê Xuda ye, ew kî bixwaze dibexþîne û kî jî bixwaze dide ezabê. Xuda hey bexþendekar e dilovan e
سَيَقُولُ الْمُخَلَّفُونَ إِذَا انْطَلَقْتُمْ إِلَىٰ مَغَانِمَ لِتَأْخُذُوهَا ذَرُونَا نَتَّبِعْكُمْ ۖ يُرِيدُونَ أَنْ يُبَدِّلُوا كَلَامَ اللَّهِ ۚ قُلْ لَنْ تَتَّبِعُونَا كَذَٰلِكُمْ قَالَ اللَّهُ مِنْ قَبْلُ ۖ فَسَيَقُولُونَ بَلْ تَحْسُدُونَنَا ۚ بَلْ كَانُوا لَا يَفْقَهُونَ إِلَّا قَلِيلًا
Gava hûn derên bal xenîmetê ve herin ji bo ku hûn wan bigrin ên (ji cengê) para de hatine hiþtin dibêjin ku: "Hûn me bihêlin em jî bidin pey we." Ew dixwazin ku peyva Xuda biguherînin. Tu bêje ku: "Hûn qet nadin pey me. Evê han Xuda ji berê ve gotiye." Vêca wê bêjin ku: "Ne, hûn ji me çavnebariya dikin." Ne, ew ji hindikî pêve tê nagihên
قُلْ لِلْمُخَلَّفِينَ مِنَ الْأَعْرَابِ سَتُدْعَوْنَ إِلَىٰ قَوْمٍ أُولِي بَأْسٍ شَدِيدٍ تُقَاتِلُونَهُمْ أَوْ يُسْلِمُونَ ۖ فَإِنْ تُطِيعُوا يُؤْتِكُمُ اللَّهُ أَجْرًا حَسَنًا ۖ وَإِنْ تَتَوَلَّوْا كَمَا تَوَلَّيْتُمْ مِنْ قَبْلُ يُعَذِّبْكُمْ عَذَابًا أَلِيمًا
Tu ji erebê çolê ên ku para de hatine hiþtin re bêje ku: "Hûnê bal komelekî zor cengvan ve bêne gazî kirin ku hûn bi wan re þer bikin yan jî ew serî deynin-musilman bibin, vêca eger hûn peyrewtî bikin wê Xuda xelatek rind bide we. Eger çewa ku we berê piþt dayê hûn piþt bidinê wê we bi ezabekî bi jan bide ezab dayîn
لَيْسَ عَلَى الْأَعْمَىٰ حَرَجٌ وَلَا عَلَى الْأَعْرَجِ حَرَجٌ وَلَا عَلَى الْمَرِيضِ حَرَجٌ ۗ وَمَنْ يُطِعِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ يُدْخِلْهُ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۖ وَمَنْ يَتَوَلَّ يُعَذِّبْهُ عَذَابًا أَلِيمًا
Ne li ser ê kor zorîtî heye û ne li ser ê qot (seqet) zorîtî heye û ne jî li ser ê nexweþ zorîtî heye. Kî peyrewtiya Xuda û pêxemberê wî bike, wê (Xuda) wî têxe bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin. Kî jî piþt bidê, wê wî bi ezabekî bi jan bide ezab dayîn

Choose other languages: