Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Fath Ayahs #16 Translated in Kurdish

بَلْ ظَنَنْتُمْ أَنْ لَنْ يَنْقَلِبَ الرَّسُولُ وَالْمُؤْمِنُونَ إِلَىٰ أَهْلِيهِمْ أَبَدًا وَزُيِّنَ ذَٰلِكَ فِي قُلُوبِكُمْ وَظَنَنْتُمْ ظَنَّ السَّوْءِ وَكُنْتُمْ قَوْمًا بُورًا
Ne, we guman dikir ku tu car wê pêxember û bawermend bal ehlê xwe ve qet venegerin. Evê han di dilên we de xweþ hat û we bi gumanek pîs bedgumanî kir û hûn bûn komelekî têkçûyî
وَمَنْ لَمْ يُؤْمِنْ بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ فَإِنَّا أَعْتَدْنَا لِلْكَافِرِينَ سَعِيرًا
Kî bi Xuda û pêxemberê wî bawerî neyne, vêca bêguman me ji kafiran re agirek har amade kiriye
وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ يَغْفِرُ لِمَنْ يَشَاءُ وَيُعَذِّبُ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَحِيمًا
Mulkê asîmana û zemîn ê Xuda ye, ew kî bixwaze dibexþîne û kî jî bixwaze dide ezabê. Xuda hey bexþendekar e dilovan e
سَيَقُولُ الْمُخَلَّفُونَ إِذَا انْطَلَقْتُمْ إِلَىٰ مَغَانِمَ لِتَأْخُذُوهَا ذَرُونَا نَتَّبِعْكُمْ ۖ يُرِيدُونَ أَنْ يُبَدِّلُوا كَلَامَ اللَّهِ ۚ قُلْ لَنْ تَتَّبِعُونَا كَذَٰلِكُمْ قَالَ اللَّهُ مِنْ قَبْلُ ۖ فَسَيَقُولُونَ بَلْ تَحْسُدُونَنَا ۚ بَلْ كَانُوا لَا يَفْقَهُونَ إِلَّا قَلِيلًا
Gava hûn derên bal xenîmetê ve herin ji bo ku hûn wan bigrin ên (ji cengê) para de hatine hiþtin dibêjin ku: "Hûn me bihêlin em jî bidin pey we." Ew dixwazin ku peyva Xuda biguherînin. Tu bêje ku: "Hûn qet nadin pey me. Evê han Xuda ji berê ve gotiye." Vêca wê bêjin ku: "Ne, hûn ji me çavnebariya dikin." Ne, ew ji hindikî pêve tê nagihên
قُلْ لِلْمُخَلَّفِينَ مِنَ الْأَعْرَابِ سَتُدْعَوْنَ إِلَىٰ قَوْمٍ أُولِي بَأْسٍ شَدِيدٍ تُقَاتِلُونَهُمْ أَوْ يُسْلِمُونَ ۖ فَإِنْ تُطِيعُوا يُؤْتِكُمُ اللَّهُ أَجْرًا حَسَنًا ۖ وَإِنْ تَتَوَلَّوْا كَمَا تَوَلَّيْتُمْ مِنْ قَبْلُ يُعَذِّبْكُمْ عَذَابًا أَلِيمًا
Tu ji erebê çolê ên ku para de hatine hiþtin re bêje ku: "Hûnê bal komelekî zor cengvan ve bêne gazî kirin ku hûn bi wan re þer bikin yan jî ew serî deynin-musilman bibin, vêca eger hûn peyrewtî bikin wê Xuda xelatek rind bide we. Eger çewa ku we berê piþt dayê hûn piþt bidinê wê we bi ezabekî bi jan bide ezab dayîn

Choose other languages: