Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #88 Translated in Kurdish

وَإِذْ أَخَذْنَا مِيثَاقَكُمْ لَا تَسْفِكُونَ دِمَاءَكُمْ وَلَا تُخْرِجُونَ أَنْفُسَكُمْ مِنْ دِيَارِكُمْ ثُمَّ أَقْرَرْتُمْ وَأَنْتُمْ تَشْهَدُونَ
Û me dîsa carekî jî ji we peyman hildabû ku hûn bi kuştin xûna hevdû nerêjin û hûn hevdû ji welatê xwe, nedne derxistinê û we bi xweber jî dîdevanîya peymanê dikirin; paşê we “erê” jî gotin
ثُمَّ أَنْتُمْ هَٰؤُلَاءِ تَقْتُلُونَ أَنْفُسَكُمْ وَتُخْرِجُونَ فَرِيقًا مِنْكُمْ مِنْ دِيَارِهِمْ تَظَاهَرُونَ عَلَيْهِمْ بِالْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ وَإِنْ يَأْتُوكُمْ أُسَارَىٰ تُفَادُوهُمْ وَهُوَ مُحَرَّمٌ عَلَيْكُمْ إِخْرَاجُهُمْ ۚ أَفَتُؤْمِنُونَ بِبَعْضِ الْكِتَابِ وَتَكْفُرُونَ بِبَعْضٍ ۚ فَمَا جَزَاءُ مَنْ يَفْعَلُ ذَٰلِكَ مِنْكُمْ إِلَّا خِزْيٌ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ وَيَوْمَ الْقِيَامَةِ يُرَدُّونَ إِلَىٰ أَشَدِّ الْعَذَابِ ۗ وَمَا اللَّهُ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
Dîsa paş da hûn bi xweber in, hevdû dikujin û hûn bi xweber in, ku hûn destek e ji xwe ji welatê wan derdixin û hûn bi xweber in, bi vir û neyartî pişta hevdû di hemberê wan da dikin, ji welat derdixin, eva derxistên bi xweber jî li ser we qedexe bûye. Heke yek ji wan zebûn bibe, were bal we, hûn bi mal, ewan ji zebûnîyê fereste dikin. Îdî qey hûn bi hinek biryarne pirtûkê bawer dikin û hûn bi hineka jî bawer nakin? Ji piştî naha da, kê ji we aha bike, îdî bi rastî celata wî di jîna cihanê da riswabûn e û di rûya rabûna hemûtîda jî, ewan li bal şapata zor da têne avêtinê. Û Yezdan bi xweber jî ji wan tiştne ku hûn dikin bê agah nîne
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ اشْتَرَوُا الْحَيَاةَ الدُّنْيَا بِالْآخِرَةِ ۖ فَلَا يُخَفَّفُ عَنْهُمُ الْعَذَابُ وَلَا هُمْ يُنْصَرُونَ
Ewanê ku jîna cihanê, bi jîna dan û gavê para da kirîne, evan in. îdî şapat ji wan sivik nabe û arîkarya wan qe nayê kirinê
وَلَقَدْ آتَيْنَا مُوسَى الْكِتَابَ وَقَفَّيْنَا مِنْ بَعْدِهِ بِالرُّسُلِ ۖ وَآتَيْنَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ الْبَيِّنَاتِ وَأَيَّدْنَاهُ بِرُوحِ الْقُدُسِ ۗ أَفَكُلَّمَا جَاءَكُمْ رَسُولٌ بِمَا لَا تَهْوَىٰ أَنْفُسُكُمُ اسْتَكْبَرْتُمْ فَفَرِيقًا كَذَّبْتُمْ وَفَرِيقًا تَقْتُلُونَ
Û bi sond! Me ji Mûsa ra pirtûk (Tewrat) daye û me li pey wî da pêxember xistine peyrewê wî û me ji bona Îsayê kurê Meryemê ra beratene daveker dane û me Îsa bi cane pîroz deye hez kirinê. Îdî qey kê gavê pêxemberek hatibe bal we; bi wan beratenê ku can we ne xwestibe, hûn doza mezinayê nakin? Îdî hûn; destekî ji wan pêxemberan didine derewdêrandinê û hûn destekî jî nakujin
وَقَالُوا قُلُوبُنَا غُلْفٌ ۚ بَلْ لَعَنَهُمُ اللَّهُ بِكُفْرِهِمْ فَقَلِيلًا مَا يُؤْمِنُونَ
Ewan ji bawergeran ra gotinê: “Dilê me da xêlî heye (ji ber wî em rastîyê nabînin; bawer nakin). Gotina wan nîne, lê Yezdan bi sedema filetîya wan, ewan deherandine. Îdî çi qa hindik ji wan bawer dikin

Choose other languages: