Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #91 Translated in Kurdish

وَلَقَدْ آتَيْنَا مُوسَى الْكِتَابَ وَقَفَّيْنَا مِنْ بَعْدِهِ بِالرُّسُلِ ۖ وَآتَيْنَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ الْبَيِّنَاتِ وَأَيَّدْنَاهُ بِرُوحِ الْقُدُسِ ۗ أَفَكُلَّمَا جَاءَكُمْ رَسُولٌ بِمَا لَا تَهْوَىٰ أَنْفُسُكُمُ اسْتَكْبَرْتُمْ فَفَرِيقًا كَذَّبْتُمْ وَفَرِيقًا تَقْتُلُونَ
Û bi sond! Me ji Mûsa ra pirtûk (Tewrat) daye û me li pey wî da pêxember xistine peyrewê wî û me ji bona Îsayê kurê Meryemê ra beratene daveker dane û me Îsa bi cane pîroz deye hez kirinê. Îdî qey kê gavê pêxemberek hatibe bal we; bi wan beratenê ku can we ne xwestibe, hûn doza mezinayê nakin? Îdî hûn; destekî ji wan pêxemberan didine derewdêrandinê û hûn destekî jî nakujin
وَقَالُوا قُلُوبُنَا غُلْفٌ ۚ بَلْ لَعَنَهُمُ اللَّهُ بِكُفْرِهِمْ فَقَلِيلًا مَا يُؤْمِنُونَ
Ewan ji bawergeran ra gotinê: “Dilê me da xêlî heye (ji ber wî em rastîyê nabînin; bawer nakin). Gotina wan nîne, lê Yezdan bi sedema filetîya wan, ewan deherandine. Îdî çi qa hindik ji wan bawer dikin
وَلَمَّا جَاءَهُمْ كِتَابٌ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ مُصَدِّقٌ لِمَا مَعَهُمْ وَكَانُوا مِنْ قَبْلُ يَسْتَفْتِحُونَ عَلَى الَّذِينَ كَفَرُوا فَلَمَّا جَاءَهُمْ مَا عَرَفُوا كَفَرُوا بِهِ ۚ فَلَعْنَةُ اللَّهِ عَلَى الْكَافِرِينَ
Û gava ji bal Yezdan ji wan (cihûyan ra) pirtûk (Qur’an) hatîye, ku ewê (Qur’an) ê bi xweber jî rastdarya we (pirtûka) li bal wan heyî dikir ji bona serva hatina xwe. Îdi gava ewa pêxembera bi pirtûka xwe va hatîye bal wan ewan (pirtûk û pêxember) nas nekirin (ewan cihûyan bi wan bawer ne kirine, bûne file). Îdî deherandina Yezdan li ser filan e
بِئْسَمَا اشْتَرَوْا بِهِ أَنْفُسَهُمْ أَنْ يَكْفُرُوا بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ بَغْيًا أَنْ يُنَزِّلَ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ عَلَىٰ مَنْ يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ ۖ فَبَاءُوا بِغَضَبٍ عَلَىٰ غَضَبٍ ۚ وَلِلْكَافِرِينَ عَذَابٌ مُهِينٌ
Çi qa sike! Ku ewan, ji dexesîya di nava wan da heye, xwe firotine; ji ber ku ewan, bi wan biryarne Yezdan bi rûmeta xwe li ser bendekî xwe hinartîye, bawer nakin. Îdi ewan xeşma Yezdan bi peywestî ked kirine. Û ji bona filan ra şapatekê riswayî, heye
وَإِذَا قِيلَ لَهُمْ آمِنُوا بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ قَالُوا نُؤْمِنُ بِمَا أُنْزِلَ عَلَيْنَا وَيَكْفُرُونَ بِمَا وَرَاءَهُ وَهُوَ الْحَقُّ مُصَدِّقًا لِمَا مَعَهُمْ ۗ قُلْ فَلِمَ تَقْتُلُونَ أَنْبِيَاءَ اللَّهِ مِنْ قَبْلُ إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Û di gava ji bona wan ra te gotinê: “Hûn bi wan biryarne, ku Yezdan hinartîye, bawer bikin.” Ewan gotinê: “Em hey bi wan biryarne, ku li bal me da hatine hinartinê bawer dikin.” Û ewan ji pêştirê wî bi tu tiştî bawer nakin. Û ewa (pirtûka Qur’an) bi xweber jî, rastdarê ji bona we pirtûka (Tewrat) ku li bal wan heyî. Îdî (Muhemmed tu ji bona wan ra) bêje: “Heke hûn bi rastî bi wê pirtûka li bal we heyî, bawer dikin, we çima hêj di berê da pêxemberne Yezdan di kuştin

Choose other languages: