Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #73 Translated in Kurdish

قَالُوا ادْعُ لَنَا رَبَّكَ يُبَيِّنْ لَنَا مَا لَوْنُهَا ۚ قَالَ إِنَّهُ يَقُولُ إِنَّهَا بَقَرَةٌ صَفْرَاءُ فَاقِعٌ لَوْنُهَا تَسُرُّ النَّاظِرِينَ
Ewan ji (Mûsa ra) gotinê: “(Mûsa!) tu ji bona me ji Xudayê xwe lava bike, bira ji bona me ra diyar bike, ka rengê wê çane?” (Mûsa ji wan ra) gotîye: “Bi rastî Xuda dibêje rengê wê zerekî wusa ne, di gava yek li mêze bike ewa mêzegreêê xwe şa dike.”
قَالُوا ادْعُ لَنَا رَبَّكَ يُبَيِّنْ لَنَا مَا هِيَ إِنَّ الْبَقَرَ تَشَابَهَ عَلَيْنَا وَإِنَّا إِنْ شَاءَ اللَّهُ لَمُهْتَدُونَ
Ewan ji (Mûsa ra) gotine: (Mûsa!) tu ji bona me, ji Xudayê xwe lava bike, bira Xuda ji bona me ra diyar bike, ka ewa dewaıek e çane? Bi rastî bi van salixan çêlek li bal me tevê hevbûn e (Em nizanin ka kîjan e?) û bi hezkirina Yezdan emê ewê pêk bînin
قَالَ إِنَّهُ يَقُولُ إِنَّهَا بَقَرَةٌ لَا ذَلُولٌ تُثِيرُ الْأَرْضَ وَلَا تَسْقِي الْحَرْثَ مُسَلَّمَةٌ لَا شِيَةَ فِيهَا ۚ قَالُوا الْآنَ جِئْتَ بِالْحَقِّ ۚ فَذَبَحُوهَا وَمَا كَادُوا يَفْعَلُونَ
(Mûsa ji bona wan ra) gotîye: “Bi rastî Xudê dibêje: “Ewa dewarek e wusa ne, sernerm nîne, ku bi wê çandinî bêne çandinê û bi wê (zevî jî) nayêne avdanê (hêj ne ketîye binê nîr) tu kêmaya wê tune ye.” Ewan ji (Mûsa ra) gotine: “Te hêj salixê rastî ji bona me ra anî.” Ewan îdî xwe ne dane para da û ewan serê wê dewarê jê kirin
وَإِذْ قَتَلْتُمْ نَفْسًا فَادَّارَأْتُمْ فِيهَا ۖ وَاللَّهُ مُخْرِجٌ مَا كُنْتُمْ تَكْتُمُونَ
Kanê, we di gavekî da merivek kuştibû, îdî we ewa kuştîya diavête stîyê hev (ji ber ku kujrawê wî xûya ne bûye) û Yezdan bi xweber jî, tişta hûn vedişêrin derdixe
فَقُلْنَا اضْرِبُوهُ بِبَعْضِهَا ۚ كَذَٰلِكَ يُحْيِي اللَّهُ الْمَوْتَىٰ وَيُرِيكُمْ آيَاتِهِ لَعَلَّكُمْ تَعْقِلُونَ
Îdî (ji piştî şer kirina çêlekê) me ji wan ra gotîye: “Hûn hinekî ji gewdê çêlekê û hinek jî ji gewdê kuştî li hev bixin. (Ji piştî li hev xistina gewdan, kujraw hate diyar kirinê). Bi vî awayî Yezdan mirya jî zinde dike û Yezdan beratenê xwe dide nîşanê we. Bi rastî hêvî heye, ku hûn ji wan hiş hildin

Choose other languages: