Surah Al-Baqara Ayahs #286 Translated in Kurdish
وَإِنْ كُنْتُمْ عَلَىٰ سَفَرٍ وَلَمْ تَجِدُوا كَاتِبًا فَرِهَانٌ مَقْبُوضَةٌ ۖ فَإِنْ أَمِنَ بَعْضُكُمْ بَعْضًا فَلْيُؤَدِّ الَّذِي اؤْتُمِنَ أَمَانَتَهُ وَلْيَتَّقِ اللَّهَ رَبَّهُ ۗ وَلَا تَكْتُمُوا الشَّهَادَةَ ۚ وَمَنْ يَكْتُمْهَا فَإِنَّهُ آثِمٌ قَلْبُهُ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ عَلِيمٌ
Û heke hûn li ser rê bin û hûn rastê nivîsandaran ne hatin, îdî ewa tişta ku we di şûna deyn da, ji deyndarê bi gerewî sitandîye, bes e (nivîsandin navê). Heke hûn (hinekne we bi hinekne we) ewle dibin îdî bira ewê bi wî hatîye ewledanê, ewî anemetî ku li bal wî da hatîye sipartinê, bê kemayî li bal xûyê wî da bide û bira parizîya Xudayê xwe bike. Û hûn şahidiya xwe veneşerin. Û kîjan şahidîyê veşêre, îdî bi rastî dilê wî gunehkar e. Û Yezdan bi xweber jî bi tişta ku hûn dikin dizane
لِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۗ وَإِنْ تُبْدُوا مَا فِي أَنْفُسِكُمْ أَوْ تُخْفُوهُ يُحَاسِبْكُمْ بِهِ اللَّهُ ۖ فَيَغْفِرُ لِمَنْ يَشَاءُ وَيُعَذِّبُ مَنْ يَشَاءُ ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Çi tiştne di ezman û di zemîn da hene! Hemûşk ji bona Yezdan ra ne. Û heke hûn ewan tiştne di dilê we da heyî, derxin; bidine diyar kirinê, ya jî hûn ewan tiştan veşêrin, hey Yezdanê we bi wan bide (xelat û celat kiri- nê). Îdî (Yezdan) kîjanî bivê ewî dibaxişîne û ji kîjanî ra jî bivê ewî şapat dike. Û li ser hemû tiştan bi hêz, hey Yezdan e
آمَنَ الرَّسُولُ بِمَا أُنْزِلَ إِلَيْهِ مِنْ رَبِّهِ وَالْمُؤْمِنُونَ ۚ كُلٌّ آمَنَ بِاللَّهِ وَمَلَائِكَتِهِ وَكُتُبِهِ وَرُسُلِهِ لَا نُفَرِّقُ بَيْنَ أَحَدٍ مِنْ رُسُلِهِ ۚ وَقَالُوا سَمِعْنَا وَأَطَعْنَا ۖ غُفْرَانَكَ رَبَّنَا وَإِلَيْكَ الْمَصِيرُ
Pêxember bi wan biryarne ku ji Xudayê wî li bal wî da hatîye hinartinê bi bawergeran va, bawer kirîye. Hemûşkan jî bi Yezdan û bi firiştenê wî û bi pirtûkne wî û bi pêxemberne wî bawer kirine. (Ewan gotine:) “Bi rastî em, di nîveka yekê ji peygemberne wî da qe tu serda çêtirî û nîvwarî çê nakin. Me gotina te bihîstîye, em bûne pewrewê gotina te”. Tu gunehne me ji bona me ra bibaxişîne, û hey para ziviradin li bal te dane
لَا يُكَلِّفُ اللَّهُ نَفْسًا إِلَّا وُسْعَهَا ۚ لَهَا مَا كَسَبَتْ وَعَلَيْهَا مَا اكْتَسَبَتْ ۗ رَبَّنَا لَا تُؤَاخِذْنَا إِنْ نَسِينَا أَوْ أَخْطَأْنَا ۚ رَبَّنَا وَلَا تَحْمِلْ عَلَيْنَا إِصْرًا كَمَا حَمَلْتَهُ عَلَى الَّذِينَ مِنْ قَبْلِنَا ۚ رَبَّنَا وَلَا تُحَمِّلْنَا مَا لَا طَاقَةَ لَنَا بِهِ ۖ وَاعْفُ عَنَّا وَاغْفِرْ لَنَا وَارْحَمْنَا ۚ أَنْتَ مَوْلَانَا فَانْصُرْنَا عَلَى الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ
Yezdan ji bona her candarekî ra, wekî hêza wî, bar li wî dike (Yezdan ji bona her merivekî ra, wekî hêza wî, fermana perestîya wî dike, qe ji tu kesî ra ji hêza wî pirtir ferman neke). Îdî ewan candaran ji (qencî û xirabîyan) çi bikin hey ji xwe ra dikin. (Merivne qenc aha lava dikin): “Xudayê me! Tu me bi wan sikatîne, ku me ewan bi bîrva kirî, ya jî bi xeletî kirîye, gunehkar neke. Xudayê me! Te ça ewan merivne berya me da borî barne giran li wan kirîye, wusa li me jî neke. Xudayê me! Ewa barê ku hêza me nagihîje, li me neke. Û (Xuda!) tu sikatîne me ji bona me ra li ser me rake û tu me bibaxişîne û tu li me dilovanî bike. Serkarê me hey tu î. Îdî tu li ser komalê file, arîkarya me bike.”
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
