Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #270 Translated in Kurdish

أَيَوَدُّ أَحَدُكُمْ أَنْ تَكُونَ لَهُ جَنَّةٌ مِنْ نَخِيلٍ وَأَعْنَابٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ لَهُ فِيهَا مِنْ كُلِّ الثَّمَرَاتِ وَأَصَابَهُ الْكِبَرُ وَلَهُ ذُرِّيَّةٌ ضُعَفَاءُ فَأَصَابَهَا إِعْصَارٌ فِيهِ نَارٌ فَاحْتَرَقَتْ ۗ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمُ الْآيَاتِ لَعَلَّكُمْ تَتَفَكَّرُونَ
Yek ji we, ku ji bona wî ra, ji xurme û tiryan rêzekî wî hebe, di binê darê wî da çemne avê bikişin û di nava rêz da hemû berhebin, ewa bi xweber jî kal bibe û ji bona wî ra jî ûrtek e jar û bê hêz mabe: Ewa bivê temtêlê be, şexte jî îdî li wî bostan û rêzê wî bixe bişewitîne qe hez dike? (Yekê ji we heke kal be û zarne wî piçûk hebin, ewan zaran bi xweber jî hewcenê paris û parsivana bin, baxekî wanê di binê darê wî da çemne ji avê bikişe, hebe; qe hez dike, ku şexte li wî baxê wî xe, hemûşk bi şewîtîne, ewa bi xweber jî divê temtêlê da be?) Yezdan bi vî awayî ji bona we ra beratenê xwe vedike, bi rastî hêvî heye, ku hûn ramanê bikin
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَنْفِقُوا مِنْ طَيِّبَاتِ مَا كَسَبْتُمْ وَمِمَّا أَخْرَجْنَا لَكُمْ مِنَ الْأَرْضِ ۖ وَلَا تَيَمَّمُوا الْخَبِيثَ مِنْهُ تُنْفِقُونَ وَلَسْتُمْ بِآخِذِيهِ إِلَّا أَنْ تُغْمِضُوا فِيهِ ۚ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ غَنِيٌّ حَمِيدٌ
Gelî ewan merivne ku we bawer kirîye! Hûn ji tişta ked dikin, paqijê wê û paqijê wan tiştne ku em ji bona we ra ji zemîn derdixin, bisixurînin û hûn ji wan malê xweyê, heke hûn di şûna xezanan da bûnan, we ewa mala di şûna (bac) û qencîyan da nedigirt, ji pêştirê heke we çavê, xwe ji bona girtinê, bigirta, paşê hûnê bi wan qayîl bibûna, nesixurînin. Û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan ne hewceyî pesinvan e
الشَّيْطَانُ يَعِدُكُمُ الْفَقْرَ وَيَأْمُرُكُمْ بِالْفَحْشَاءِ ۖ وَاللَّهُ يَعِدُكُمْ مَغْفِرَةً مِنْهُ وَفَضْلًا ۗ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ
Pelîd we bi xezanîyê dide tirsandinê û fermana we bi sikatî û maştoqîyê dike û Yezdan jî baxişandina ji xwe û abora pir ji bona we ra, peyman dide. Û Yezdan zengîn e pir zan e
يُؤْتِي الْحِكْمَةَ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَمَنْ يُؤْتَ الْحِكْمَةَ فَقَدْ أُوتِيَ خَيْرًا كَثِيرًا ۗ وَمَا يَذَّكَّرُ إِلَّا أُولُو الْأَلْبَابِ
Yezdan ji bona evînê xwe ra zanîna retkokî dide. Û zanîna retkokî ji bona kê ra hatibe dayîne, îdî bi sond! Ji bona wî ra qencîne pir hatine dayînê. Evî hey ewanê xweyê hiş, diponijin
وَمَا أَنْفَقْتُمْ مِنْ نَفَقَةٍ أَوْ نَذَرْتُمْ مِنْ نَذْرٍ فَإِنَّ اللَّهَ يَعْلَمُهُ ۗ وَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ أَنْصَارٍ
Û hûn ji malê xwe çi ji bona hewcan ra bisixurînin, ya jî hûn ji malê xwe çi ji bona hewcan ra bi peymanî heyran bikin, , îdî bi rastî Yezdan bi wî dizane. Û ji bona . cewrkaran jî tu arîkarî tune ye

Choose other languages: