Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #234 Translated in Kurdish

فَإِنْ طَلَّقَهَا فَلَا تَحِلُّ لَهُ مِنْ بَعْدُ حَتَّىٰ تَنْكِحَ زَوْجًا غَيْرَهُ ۗ فَإِنْ طَلَّقَهَا فَلَا جُنَاحَ عَلَيْهِمَا أَنْ يَتَرَاجَعَا إِنْ ظَنَّا أَنْ يُقِيمَا حُدُودَ اللَّهِ ۗ وَتِلْكَ حُدُودُ اللَّهِ يُبَيِّنُهَا لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَ
Îdî heke ji piştî (kevîn kirina cara duduyan) mêrik dîsa jinik berda, ji bona wî mêrikî ra dîsa kevînbûna bi wê jinikê ra ne durist e, heya ewa jinika bi mêrikî mayî ra kevîn nebe. Îdî ji piştî ku ewî mêrê mayî jî ewa jinika berda, tu zîyan ji bona wî mêrikê cara yekem û jinika berdayî ra tune ye, ku dîsa bi hev ra kevîn bibin. Heke ewan herduk jî (jinik û mêrik) goman bikin, ku wê ewan biryarne Yezdan e (di nava mêr û jinan da danîye) pêk bînin. Yezdan evan biryaran, ji bona komalê zana ra vedike
وَإِذَا طَلَّقْتُمُ النِّسَاءَ فَبَلَغْنَ أَجَلَهُنَّ فَأَمْسِكُوهُنَّ بِمَعْرُوفٍ أَوْ سَرِّحُوهُنَّ بِمَعْرُوفٍ ۚ وَلَا تُمْسِكُوهُنَّ ضِرَارًا لِتَعْتَدُوا ۚ وَمَنْ يَفْعَلْ ذَٰلِكَ فَقَدْ ظَلَمَ نَفْسَهُ ۚ وَلَا تَتَّخِذُوا آيَاتِ اللَّهِ هُزُوًا ۚ وَاذْكُرُوا نِعْمَتَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَمَا أَنْزَلَ عَلَيْكُمْ مِنَ الْكِتَابِ وَالْحِكْمَةِ يَعِظُكُمْ بِهِ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Di gava ku hûn jinan berdin, îdî ewan jinan jî gehîştine dawîya dacê hêvî mayînê, hûn îdî di wê gavê da ya ewan bi xweşî bigirin(bi wan ra dîsa kevîn bibin) ya jî ewan bi qencî berdin, ji bo ku hûn li wan cewrê bikin, hûn ewan jinan (di mala wan da) negirin (ewan jinan negirin, bira ewan bi xweşî herin bigîhêjne armanca xwe). Kîjan ewan jinan xwurî ji bona cewr kirinê bigire, bi sond! Ewî îdî li xwe cewr kirîye. Hûn biryarne Yezdan bi tinazî negirin û hûn qencîne Yezdan ne, ku li ser we hene bîra xwe bînin. (Û ewan qencîne Yezdan) ku pirtûk û zanîna retkokî li ser we da hinartîye, bi wan li we şîretan dike (bixne sere xwe). Hûn Yezdan parisî bikin û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane
وَإِذَا طَلَّقْتُمُ النِّسَاءَ فَبَلَغْنَ أَجَلَهُنَّ فَلَا تَعْضُلُوهُنَّ أَنْ يَنْكِحْنَ أَزْوَاجَهُنَّ إِذَا تَرَاضَوْا بَيْنَهُمْ بِالْمَعْرُوفِ ۗ ذَٰلِكَ يُوعَظُ بِهِ مَنْ كَانَ مِنْكُمْ يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ ۗ ذَٰلِكُمْ أَزْكَىٰ لَكُمْ وَأَطْهَرُ ۗ وَاللَّهُ يَعْلَمُ وَأَنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ
Û di gava, ku hûn jinan berdin, îdî heke mêrne wan van, dîsa ewan jinne xwe hildine binê kevînîya xwe, di gava ku ewan herdukan jî (mêrê berdanok û jina berdayî) bi kevîn kirine qayîl bibin, hûn (gelî serkarne jinan!) ewan jinan ji kevîn kirina bi wan mêran ra nedine para danê. Bi van (biryaran Yezdan) ewan merivne ji we ne, ku bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer dikin, şîretan hildidin. (Evan biryarne) hanê heke hûn wusa pêk bînin, ji bona we ra temîz û paqijtir e. Û Yezdan dizane (ku evan biryaran ji bona we ra çêtir e) lê hûn bi xweber jî nizanin
وَالْوَالِدَاتُ يُرْضِعْنَ أَوْلَادَهُنَّ حَوْلَيْنِ كَامِلَيْنِ ۖ لِمَنْ أَرَادَ أَنْ يُتِمَّ الرَّضَاعَةَ ۚ وَعَلَى الْمَوْلُودِ لَهُ رِزْقُهُنَّ وَكِسْوَتُهُنَّ بِالْمَعْرُوفِ ۚ لَا تُكَلَّفُ نَفْسٌ إِلَّا وُسْعَهَا ۚ لَا تُضَارَّ وَالِدَةٌ بِوَلَدِهَا وَلَا مَوْلُودٌ لَهُ بِوَلَدِهِ ۚ وَعَلَى الْوَارِثِ مِثْلُ ذَٰلِكَ ۗ فَإِنْ أَرَادَا فِصَالًا عَنْ تَرَاضٍ مِنْهُمَا وَتَشَاوُرٍ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْهِمَا ۗ وَإِنْ أَرَدْتُمْ أَنْ تَسْتَرْضِعُوا أَوْلَادَكُمْ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ إِذَا سَلَّمْتُمْ مَا آتَيْتُمْ بِالْمَعْرُوفِ ۗ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ
Dayîk; heke bavê zaran bivê, ji bona zara xwe ra du salan bi hemûtî bi vê nevê şîr dide, xwarin û xweyî kirina wan jinan wekî adetê wan deran, li ser bavê wan zara ne. (Ewa jinika hatîye berdanê, heke zara wê hebe, divê ku ewa jinika şîr bide wê zarokû heya du salan, heke bavê wê zarokê bivê; wê gavê, xwarin û xweyî kirina wê jinikê li ser bavê zarokê ye). Her yek dikare wekî burha xwe xwarin û xweyî kirina bide, qe tu kes ji burha xwe pirtir nade. Dayîk; bi zaroka xwe nayê zîyan kirinê û bavê wê zarokê jî bi wê zaroka xwe, nayê zîyan dayînê û li ser mîrat xurn wan jî evan mafan hene. Îdî heke ewan da û bavan, herduk jî qayîl bûn, ku ewê zarokê şîre vekin, tu zîyan li ser herduka jî tune ye. Û heke hûn bivên, ku hûn zarne xwe,bi wan jinne mayî bidne şîr dayînê, heke hûn wekî adetê wan deran bi wan jinan ra qencîyan bikin (xwarin, xweyî kirina wan bidin) tu zîyan ji bona we ra tune ye. Hûn Yezdan parisî bikin û hûn bizanin jî ku Yezdan bi rastî tişta hûn dikin dibîne
وَالَّذِينَ يُتَوَفَّوْنَ مِنْكُمْ وَيَذَرُونَ أَزْوَاجًا يَتَرَبَّصْنَ بِأَنْفُسِهِنَّ أَرْبَعَةَ أَشْهُرٍ وَعَشْرًا ۖ فَإِذَا بَلَغْنَ أَجَلَهُنَّ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْكُمْ فِيمَا فَعَلْنَ فِي أَنْفُسِهِنَّ بِالْمَعْرُوفِ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ
Û ewan mêrne ji we ne, ku dimirin, li pey xwe da jinan dihêlin, evan jinne (mêr mirî hene!) wê bi xweber heya çar mehan û deh royan ji mêr kirinê xwe para da bigirin (yanî ewan jinne, ku mêrê wan mirine, ewan jinan bi xweber wê xwe ji merkirin û ji xemlandinê heya çar mehan û deh royan bigirin, naçine mêr. Di vî dana hêvîtî da, ji bona mêr kirinê qe tu tiştî nakin). Îdî gava ewan jinan, gehîjtine dawîya danê hêvî mayîyê, ewan jinan ji bona qencîya bi xwe ra, çi ji xwe ra bikin (ji xemilandin û mêrkirinê wekî adetê wan deran) li ser we tu zîyan tune ye. Yezdan bi tişta hûn dikin agahdar e

Choose other languages: