Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #225 Translated in Kurdish

وَلَا تَنْكِحُوا الْمُشْرِكَاتِ حَتَّىٰ يُؤْمِنَّ ۚ وَلَأَمَةٌ مُؤْمِنَةٌ خَيْرٌ مِنْ مُشْرِكَةٍ وَلَوْ أَعْجَبَتْكُمْ ۗ وَلَا تُنْكِحُوا الْمُشْرِكِينَ حَتَّىٰ يُؤْمِنُوا ۚ وَلَعَبْدٌ مُؤْمِنٌ خَيْرٌ مِنْ مُشْرِكٍ وَلَوْ أَعْجَبَكُمْ ۗ أُولَٰئِكَ يَدْعُونَ إِلَى النَّارِ ۖ وَاللَّهُ يَدْعُو إِلَى الْجَنَّةِ وَالْمَغْفِرَةِ بِإِذْنِهِ ۖ وَيُبَيِّنُ آيَاتِهِ لِلنَّاسِ لَعَلَّهُمْ يَتَذَكَّرُونَ
Û hûn bi wan jinne hevrî çêker ra heya ewan bawer nekin, kevîn nebin. Bi rastî jinek e bawergerê bende, ji wê jinika hevrî çêker qenctir e, çi qa bedewî û zarewayê wê jinika hevrî çêker xweşa we here û we sodret bike jî. Û hûn jinê bawerger, bi mêrne hevrî çêker ra kevîn nekin heya ewan mêran bawer nekin. Û bi rastî bendeki bawerger ji wî mêrikê hevrî çêker qenctir e çi qa bedewî û zarê wî (zar şîrînîya wî û maldarya wî) xweşa wê here û wê sodret jî bike. Evan hevrî çêkeran we gazî li bal agir da dikin û Yezdan bi xweber ji we bi dustûra xwe gazî li bal behişt û baxişandinê dike û ji bona merivan jî beratenê xwe vedike. Bi rastî hêvî heye, ku ewan ji wan beratan bi ramanî hiş hildin
وَيَسْأَلُونَكَ عَنِ الْمَحِيضِ ۖ قُلْ هُوَ أَذًى فَاعْتَزِلُوا النِّسَاءَ فِي الْمَحِيضِ ۖ وَلَا تَقْرَبُوهُنَّ حَتَّىٰ يَطْهُرْنَ ۖ فَإِذَا تَطَهَّرْنَ فَأْتُوهُنَّ مِنْ حَيْثُ أَمَرَكُمُ اللَّهُ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ التَّوَّابِينَ وَيُحِبُّ الْمُتَطَهِّرِينَ
Û (Muhemmed!) Ewan ji te kirasê jinan dipirsin, tu (ji bona wan ra) bêje: “Ewa kirasê jinan cefakî bi qirêje, îdî hûn di kirasan da dûrê jinan bikebin, heya ku ewan jinan ji kirasan paqij bibin. Gava ewan jinan ji kirasan paqij bûn, îdî Yezdan ça, di kur da fermana we, ji bona nivîna wan kiribe, hûn jî wusa herne bal wan. Bi rastî Yezdan ji wanê, ku ji sikatine xwe poşman dibin û ji wanê paqij, hez dike
نِسَاؤُكُمْ حَرْثٌ لَكُمْ فَأْتُوا حَرْثَكُمْ أَنَّىٰ شِئْتُمْ ۖ وَقَدِّمُوا لِأَنْفُسِكُمْ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّكُمْ مُلَاقُوهُ ۗ وَبَشِّرِ الْمُؤْمِنِينَ
Jinne we, ji bona we ra zevînin; îdî hûn ça hez dikin, wusa herne zevînê xwe û hûn ji bona xwe ra hêj di berê da hêza xwe amade bikin û hûn Yezdan parizî bikin û hûn bizanin! Ku bi rastî hûnê herin rastê Yezdan bên. Tu (evê) bi mizginî ji bona bawergeran ra (bêje)
وَلَا تَجْعَلُوا اللَّهَ عُرْضَةً لِأَيْمَانِكُمْ أَنْ تَبَرُّوا وَتَتَّقُوا وَتُصْلِحُوا بَيْنَ النَّاسِ ۗ وَاللَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ
Û hûn (gelîb awergeran!) ji bo ku hûn ewanê di hemberê xwe da, bi xwe bidne bawer kirinê û ji bona parisîya xwe ji gunehan û ji bo ku hûn di nava merivan da aştî dikin (ewan bi xwe bidne bawer kirinê) Yezdan nexne armanc di sondne xwe da. Şixwa Yezdan dibêhê û dizane
لَا يُؤَاخِذُكُمُ اللَّهُ بِاللَّغْوِ فِي أَيْمَانِكُمْ وَلَٰكِنْ يُؤَاخِذُكُمْ بِمَا كَسَبَتْ قُلُوبُكُمْ ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ حَلِيمٌ
Yezdan we di wan sondne we ne, ku hûn têda dixelitin gunehkar nake, lêYezdan we bi wan kedne, ku dilê we dike we gunehkar dike. Yezdan bi xweber jî baxişkarê muahîm e

Choose other languages: