Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #62 Translated in Kurdish

وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُبَوِّئَنَّهُمْ مِنَ الْجَنَّةِ غُرَفًا تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ نِعْمَ أَجْرُ الْعَامِلِينَ
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê ewan di avaîyên bilind ê bihiştê da, ku dibinê wan da çem dikişin bi cîh bikin. Ewanan di wan avaîyan da her dimînin. Kirya xebatkaran çiqa qenc e
الَّذِينَ صَبَرُوا وَعَلَىٰ رَبِّهِمْ يَتَوَكَّلُونَ
Ewan (xebatkar hene!) li ser (cafadana di rêya Yezdan da) hew dikin û xwe hispartine ser Xudayê xwe
وَكَأَيِّنْ مِنْ دَابَّةٍ لَا تَحْمِلُ رِزْقَهَا اللَّهُ يَرْزُقُهَا وَإِيَّاكُمْ ۚ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Çiqa candar hene, ku nikarin bi xweber rozînîya xwe pêk bînin! Yezdan rojîna wan û rojîna we jî dide. Loma bi rastî ewa bi xweber pir bihîstokê pir zana ye
وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ مَنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۖ فَأَنَّىٰ يُؤْفَكُونَ
Heke tu ji wan bipirsî: "Gelo kê ezman û zemîn afirandîye û kê roj û hîv (ji bona kara heyan) sernerm kirîye (di fermana wan da dixebitin)?" Ewanê bi rastî (bersiva te aha bidin û) bibêjin: "Hemî jî Yezdan kirîye." Lê îja ka ewan ça (ji perestîya wî rû difetilînin)
اللَّهُ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ وَيَقْدِرُ لَهُ ۚ إِنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Yezdan ji bendeyên xwe, ji kê ra bivê rojîna wî pir dike, ji kê ra jî bivê rojîna wî kêm dike. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştî dizane

Choose other languages: