Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #63 Translated in Kurdish

الَّذِينَ صَبَرُوا وَعَلَىٰ رَبِّهِمْ يَتَوَكَّلُونَ
Ewan (xebatkar hene!) li ser (cafadana di rêya Yezdan da) hew dikin û xwe hispartine ser Xudayê xwe
وَكَأَيِّنْ مِنْ دَابَّةٍ لَا تَحْمِلُ رِزْقَهَا اللَّهُ يَرْزُقُهَا وَإِيَّاكُمْ ۚ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Çiqa candar hene, ku nikarin bi xweber rozînîya xwe pêk bînin! Yezdan rojîna wan û rojîna we jî dide. Loma bi rastî ewa bi xweber pir bihîstokê pir zana ye
وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ مَنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۖ فَأَنَّىٰ يُؤْفَكُونَ
Heke tu ji wan bipirsî: "Gelo kê ezman û zemîn afirandîye û kê roj û hîv (ji bona kara heyan) sernerm kirîye (di fermana wan da dixebitin)?" Ewanê bi rastî (bersiva te aha bidin û) bibêjin: "Hemî jî Yezdan kirîye." Lê îja ka ewan ça (ji perestîya wî rû difetilînin)
اللَّهُ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ وَيَقْدِرُ لَهُ ۚ إِنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Yezdan ji bendeyên xwe, ji kê ra bivê rojîna wî pir dike, ji kê ra jî bivê rojîna wî kêm dike. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştî dizane
وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ مَنْ نَزَّلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَحْيَا بِهِ الْأَرْضَ مِنْ بَعْدِ مَوْتِهَا لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۚ قُلِ الْحَمْدُ لِلَّهِ ۚ بَلْ أَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ
Heke tu ji wan bipirsî: "Gelo ke avan ji ezmanan da dihênirîne, îdî ji piştî mirina zemîn, ewê zemîn bi wê avê zende dike kê ye? Ewanê (bersiva te aha bidin û) wê bêjin, "Ewê (van tiştan dike) ewa Yezdan e." Tu ji wan ra (aha) bêje: "Sipazî hemî ji bona Yezdan ra ne." Ê pirê wan (ji van beratan) hiş hilnadin

Choose other languages: