Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #25 Translated in Kurdish

يُعَذِّبُ مَنْ يَشَاءُ وَيَرْحَمُ مَنْ يَشَاءُ ۖ وَإِلَيْهِ تُقْلَبُونَ
Yezdan ji kê ra bivê, ewî şapat dike, ji kê ra jî bivê, li wî dilovanî dike û hûnê hemî jî li bal wî da bizivirin
وَمَا أَنْتُمْ بِمُعْجِزِينَ فِي الْأَرْضِ وَلَا فِي السَّمَاءِ ۖ وَمَا لَكُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَصِيرٍ
(Gelî merivan!) hûn di zemîn û ezman da nikarin ewî ji şapatdanê bêzar bikin. Ji bona we bi xweber jî, ji pêştirê wî qe tu serkar û arîkar tune ye
وَالَّذِينَ كَفَرُوا بِآيَاتِ اللَّهِ وَلِقَائِهِ أُولَٰئِكَ يَئِسُوا مِنْ رَحْمَتِي وَأُولَٰئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Ewanê bi beratên Yezdan û bi rasthatina wîye (di dane para da) bûne file hene! ewanan ji dilovanîya min bê hêvî mane. Ji bona wan ra şapateke dilsoz heye
فَمَا كَانَ جَوَابَ قَوْمِهِ إِلَّا أَنْ قَالُوا اقْتُلُوهُ أَوْ حَرِّقُوهُ فَأَنْجَاهُ اللَّهُ مِنَ النَّارِ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ
Îdî bersiva komalê (Îbrahîm ji bona wî ra) hey eva bûye: (ji hev ra aha) gotine: “Hûn (gelî me!) Îbrahîm bikujin, yann jî ewî bişewitînin.” Îdî (ji piştî ku ewan Îbrahîn avête agir) Yezdan ewî ji agir fereste kirîye. Bi rastî ji bona komalekî ku bawer dikin (di van bûyeran da) beratên (derhoze) hene
وَقَالَ إِنَّمَا اتَّخَذْتُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ أَوْثَانًا مَوَدَّةَ بَيْنِكُمْ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ ثُمَّ يَوْمَ الْقِيَامَةِ يَكْفُرُ بَعْضُكُمْ بِبَعْضٍ وَيَلْعَنُ بَعْضُكُمْ بَعْضًا وَمَأْوَاكُمُ النَّارُ وَمَا لَكُمْ مِنْ نَاصِرِينَ
Û (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: “Hûn ji bona hezkirina xweye, jîna cîhanî di nava xwe da hunek tokelan ji pêştirê Yezdan, ji xwe ra perestvan digirin. Paşê di roya rabûna hemû da jî hinekên we bi hinekên ji we dibine file û hinekên we li hinekên we deherandinê dikin. Şixwa şûna fetla we bi xweber jî agir e, ji bona we ra qe tu arîkar tune ne

Choose other languages: