Surah Al-Anfal Ayahs #14 Translated in Kurdish
وَمَا جَعَلَهُ اللَّهُ إِلَّا بُشْرَىٰ وَلِتَطْمَئِنَّ بِهِ قُلُوبُكُمْ ۚ وَمَا النَّصْرُ إِلَّا مِنْ عِنْدِ اللَّهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ
Yezdan ji bona ku dilê we bi arîkarine wan (fereştan ji tirsa wan neyaran) bi nive û ji bo ku (eva servahatin) bibe mizgîn (ji bona we ra, ku hûn îdi paş da jî servahatî bin) eva arîkarina hanê bi we kirîye û bi rastî arîkar in (û servahat in) hey li bal Yezdan e. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye
إِذْ يُغَشِّيكُمُ النُّعَاسَ أَمَنَةً مِنْهُ وَيُنَزِّلُ عَلَيْكُمْ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً لِيُطَهِّرَكُمْ بِهِ وَيُذْهِبَ عَنْكُمْ رِجْزَ الشَّيْطَانِ وَلِيَرْبِطَ عَلَىٰ قُلُوبِكُمْ وَيُثَبِّتَ بِهِ الْأَقْدَامَ
Di wê gavê da (ji bona ku hûn di qirîna Bedrê da ji tirsa neyaran) ewle bibin, Yezdan li bal .xwe hênijandinek bi we da anîye, ji bo ku ewa we paqij bike û sikatîyên ku pelîd (didane we, ji bona we ra aha digot: "Heke hûn li ser rêya rast bûnan, hûn di vê qirînê da bê av ne diman." Evan sêvirandinan) ji we behere û ji bo ku dilê we (bi servahatina li ser wan da) girê de û pê we jî (di hemberê wan neyaran da) bi cîh bîne, ew; ji ezmanan di ser we da avêk hinartîye
إِذْ يُوحِي رَبُّكَ إِلَى الْمَلَائِكَةِ أَنِّي مَعَكُمْ فَثَبِّتُوا الَّذِينَ آمَنُوا ۚ سَأُلْقِي فِي قُلُوبِ الَّذِينَ كَفَرُوا الرُّعْبَ فَاضْرِبُوا فَوْقَ الْأَعْنَاقِ وَاضْرِبُوا مِنْهُمْ كُلَّ بَنَانٍ
Di wê gavê da Xudayê te li bal firiştan da (aha) niqandiye: "Bi rastî (gelî firiştan!) ez bi we ra nim, hûn îdî (dilê) bawergeran (bi qinyatan) bidne nivandinê ez e jî di dilê wan ê file da tirsê berdim. Hûn (gelî firiştan!) Li ser stûyê wan filan bixin hûn li hemû tilî û pêçîyê wan bixin (ji bo ku ewan nikar bin şûran hildin pêş va herin)
ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ شَاقُّوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ وَمَنْ يُشَاقِقِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ فَإِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ
We (celata wan ê aha be;) loma ewan di hemberê Yezdan û di hemberê Pêxemberê wî da derketibûne. Kîjan di hemberê Yezdan û di hemberê Pêxemberê wî da derkebe, îdî bira (ewa bizane!) bi rastî Yezdan (ji bona wan ra) zor şapat e
ذَٰلِكُمْ فَذُوقُوهُ وَأَنَّ لِلْكَافِرِينَ عَذَابَ النَّارِ
Îdî hûn (gelî filan!) ewê şapata (hanê di vê cîhanê da) çeşne (tam) bikin û bi rastî ji bona filan ra (di para da jî) şapata agir heye
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
