Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #16 Translated in Kurdish

إِذْ يُوحِي رَبُّكَ إِلَى الْمَلَائِكَةِ أَنِّي مَعَكُمْ فَثَبِّتُوا الَّذِينَ آمَنُوا ۚ سَأُلْقِي فِي قُلُوبِ الَّذِينَ كَفَرُوا الرُّعْبَ فَاضْرِبُوا فَوْقَ الْأَعْنَاقِ وَاضْرِبُوا مِنْهُمْ كُلَّ بَنَانٍ
Di wê gavê da Xudayê te li bal firiştan da (aha) niqandiye: "Bi rastî (gelî firiştan!) ez bi we ra nim, hûn îdî (dilê) bawergeran (bi qinyatan) bidne nivandinê ez e jî di dilê wan ê file da tirsê berdim. Hûn (gelî firiştan!) Li ser stûyê wan filan bixin hûn li hemû tilî û pêçîyê wan bixin (ji bo ku ewan nikar bin şûran hildin pêş va herin)
ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ شَاقُّوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ وَمَنْ يُشَاقِقِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ فَإِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ
We (celata wan ê aha be;) loma ewan di hemberê Yezdan û di hemberê Pêxemberê wî da derketibûne. Kîjan di hemberê Yezdan û di hemberê Pêxemberê wî da derkebe, îdî bira (ewa bizane!) bi rastî Yezdan (ji bona wan ra) zor şapat e
ذَٰلِكُمْ فَذُوقُوهُ وَأَنَّ لِلْكَافِرِينَ عَذَابَ النَّارِ
Îdî hûn (gelî filan!) ewê şapata (hanê di vê cîhanê da) çeşne (tam) bikin û bi rastî ji bona filan ra (di para da jî) şapata agir heye
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا لَقِيتُمُ الَّذِينَ كَفَرُوا زَحْفًا فَلَا تُوَلُّوهُمُ الْأَدْبَارَ
Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn (ji bona qirînê derketin çûn, hûn) rastê filan hatin (we dêna xwedayê, ku ewan) filan pir in, îdî heman hûn pişta xwe nedine wan para da nerevin
وَمَنْ يُوَلِّهِمْ يَوْمَئِذٍ دُبُرَهُ إِلَّا مُتَحَرِّفًا لِقِتَالٍ أَوْ مُتَحَيِّزًا إِلَىٰ فِئَةٍ فَقَدْ بَاءَ بِغَضَبٍ مِنَ اللَّهِ وَمَأْوَاهُ جَهَنَّمُ ۖ وَبِئْسَ الْمَصِيرُ
Û kîjan di wî danî da pişta xwe bide wan (para da here) bi rastî îdî ewa rastî xeşmeke Yezdan e wusa hatîye, êwra wî hey doj e, ewa doja çika sikê êwran e! Ji pêştirê; heke paraçûna wî, ji bo ku ewa (ji bona neyaran ra xaxan darxe; bi awayekî dinê qirîn bike) ya jî para da here bal desteke mayî (ji hevalê xwe) ku di tevê wan da (bi filan ra qirînê bike)

Choose other languages: