Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ahzab Ayahs #24 Translated in Kurdish

يَحْسَبُونَ الْأَحْزَابَ لَمْ يَذْهَبُوا ۖ وَإِنْ يَأْتِ الْأَحْزَابُ يَوَدُّوا لَوْ أَنَّهُمْ بَادُونَ فِي الْأَعْرَابِ يَسْأَلُونَ عَنْ أَنْبَائِكُمْ ۖ وَلَوْ كَانُوا فِيكُمْ مَا قَاتَلُوا إِلَّا قَلِيلًا
Ew (ji tirsa) guman dikin ku (leþkerê) partiyên (bi ser we de girtine) hê neçûne; û eger ew (leþkerê) partiyan (dîsa) bên ew ji dil hiz dikin ku xwezî ew di nava Erebê çolê de bûna ku pirsa xerebê we bikirna. Eger ew di nava we de bûna jî dîsa wan ji hindikî pêve þer nedikir
لَقَدْ كَانَ لَكُمْ فِي رَسُولِ اللَّهِ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ وَذَكَرَ اللَّهَ كَثِيرًا
Sond be ji we re di pêxemberê Xuda de nimûnên rind hene, ji ewên ku Xuda û roja dawîn hêvî dikin û pirr Xuda di bîr tînin re
وَلَمَّا رَأَى الْمُؤْمِنُونَ الْأَحْزَابَ قَالُوا هَٰذَا مَا وَعَدَنَا اللَّهُ وَرَسُولُهُ وَصَدَقَ اللَّهُ وَرَسُولُهُ ۚ وَمَا زَادَهُمْ إِلَّا إِيمَانًا وَتَسْلِيمًا
Û çi gava bawermendan (leþkerê) partiyan dît, gotin: "Evê han tiþtê Xuda û pêxemberê wî wade dabûn me ye û Xuda û pêxemberê xwe rast gotine." Eva hey bawerî û musilmaniya wan pirrtir dike
مِنَ الْمُؤْمِنِينَ رِجَالٌ صَدَقُوا مَا عَاهَدُوا اللَّهَ عَلَيْهِ ۖ فَمِنْهُمْ مَنْ قَضَىٰ نَحْبَهُ وَمِنْهُمْ مَنْ يَنْتَظِرُ ۖ وَمَا بَدَّلُوا تَبْدِيلًا
Ji bawermendan hin zilam hene ku wad û ehda dabûn Xuda rast derxistin; êdî hina ji wan ehd û nezra xwe bi cîh anî-þehîd bûn û hin ji wan jî li bendê ne û bi tu awayî (wadê xwe) naguherînin
لِيَجْزِيَ اللَّهُ الصَّادِقِينَ بِصِدْقِهِمْ وَيُعَذِّبَ الْمُنَافِقِينَ إِنْ شَاءَ أَوْ يَتُوبَ عَلَيْهِمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ غَفُورًا رَحِيمًا
Ji bo ku Xuda rastgoyan bi rastiya wan xelat bike û eger bixwaze durûyan bide ezabê yan toba wan bipejirîne. Bêguman Xuda hey bexþendekar e dilovan e

Choose other languages: