Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ahqaf Ayahs #32 Translated in Kurdish

فَلَوْلَا نَصَرَهُمُ الَّذِينَ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللَّهِ قُرْبَانًا آلِهَةً ۖ بَلْ ضَلُّوا عَنْهُمْ ۚ وَذَٰلِكَ إِفْكُهُمْ وَمَا كَانُوا يَفْتَرُونَ
Vêca ma çima ewên ku bêyî Xuda ji bo nêzikahiyê bi Xudayî digirtin yariya wan nekir. Ne, ew ji wan hinda bûn. Evê han derewa wan e û tiþtê ji ber xwe ve diavetin e
وَإِذْ صَرَفْنَا إِلَيْكَ نَفَرًا مِنَ الْجِنِّ يَسْتَمِعُونَ الْقُرْآنَ فَلَمَّا حَضَرُوهُ قَالُوا أَنْصِتُوا ۖ فَلَمَّا قُضِيَ وَلَّوْا إِلَىٰ قَوْمِهِمْ مُنْذِرِينَ
(Di bîr bîne) dema me komekî ji cinna bal te ve liba xist ku Qur´anê gohdarî dikirin. Vêca çi gava hatin balê gotin: "Deng nekin." Vêca çi gava (xwendin) qediya ew bi hiþyarkerî çûne bal komela xwe ve
قَالُوا يَا قَوْمَنَا إِنَّا سَمِعْنَا كِتَابًا أُنْزِلَ مِنْ بَعْدِ مُوسَىٰ مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ يَهْدِي إِلَى الْحَقِّ وَإِلَىٰ طَرِيقٍ مُسْتَقِيمٍ
Gotin: "Gelê me! bêguman me kitêbekî bihîst ku piþtî Mûsa hatiye daxistin, ew, ê berî xwe rast didêre, bal rastiyê ve û bal rêya rastîn ve rêberî dike
يَا قَوْمَنَا أَجِيبُوا دَاعِيَ اللَّهِ وَآمِنُوا بِهِ يَغْفِرْ لَكُمْ مِنْ ذُنُوبِكُمْ وَيُجِرْكُمْ مِنْ عَذَابٍ أَلِيمٍ
Gelê me! hûn bersiva dozvanê Xuda bidin û pê bawerî bînin ku gunehê we ji we re bibexþîne û we ji ezabê bi jan rizgar bike
وَمَنْ لَا يُجِبْ دَاعِيَ اللَّهِ فَلَيْسَ بِمُعْجِزٍ فِي الْأَرْضِ وَلَيْسَ لَهُ مِنْ دُونِهِ أَوْلِيَاءُ ۚ أُولَٰئِكَ فِي ضَلَالٍ مُبِينٍ
Kî bersiva dozvanê Xuda nede êdî ew di rûyê zemîn de bêzarker nîne, û ji wî pêve jê re tu yar û yawer jî nînin. Ewên han di þaþiyek xuya de ne

Choose other languages: