Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #98 Translated in Kurdish

فَمَنِ افْتَرَىٰ عَلَى اللَّهِ الْكَذِبَ مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Îdî ji piştî van kîjan li ser navê Yezdan viran bike, bi rastî ewanê cewr kirine evan bi xweber in
قُلْ صَدَقَ اللَّهُ ۗ فَاتَّبِعُوا مِلَّةَ إِبْرَاهِيمَ حَنِيفًا وَمَا كَانَ مِنَ الْمُشْرِكِينَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Yezdan rast gotiye.” Ka îdî ewa ola (dîn) Îbrahîmê ku ji xarîye li bal rastîyê da hatîye paldanê heye! Hûn bibin peyrewê wê. Û Îbrahîm bi xweber jî ji putperestan ne bûye
إِنَّ أَوَّلَ بَيْتٍ وُضِعَ لِلنَّاسِ لَلَّذِي بِبَكَّةَ مُبَارَكًا وَهُدًى لِلْعَالَمِينَ
Bi rastî xanîyê ku ji bona (sertêdana) merivan (bi perestî) di cara yekem da (ji bona beledîya kesên li ser zemîn) hatîye danînê, ewa xanîyê bi nav (Kabe) di Mekkê da ne. (Ewa xanîya) ji bona hemûşk (kesê) cihanê ra pîroz û belede
فِيهِ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ مَقَامُ إِبْرَاهِيمَ ۖ وَمَنْ دَخَلَهُ كَانَ آمِنًا ۗ وَلِلَّهِ عَلَى النَّاسِ حِجُّ الْبَيْتِ مَنِ اسْتَطَاعَ إِلَيْهِ سَبِيلًا ۚ وَمَنْ كَفَرَ فَإِنَّ اللَّهَ غَنِيٌّ عَنِ الْعَالَمِينَ
Di wura da beratên xûyayî hene, şûngeha Îbrahîm heye. Û kîjan bikebe wura, îdî ewa ewle dibe. Û li ser wan kesên bi hêz, ku dikarin herin wura, ji bona Yezdan sertêdana (heca) wî xanîyê bi vê nevê ye. Û kîjan xwe ji sertêdana wî bide para da (ya jî bibe file neçe wura) bira ewa îdî bizane; bi rastî Yezdan ji hemûşk gerdûnê bê perwa yê zengîn e
قُلْ يَا أَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تَكْفُرُونَ بِآيَاتِ اللَّهِ وَاللَّهُ شَهِيدٌ عَلَىٰ مَا تَعْمَلُونَ
(Muhemmed! Tu aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima bi beratên Yezdan dibine file? Bi rastî Yezdan ewan tiştên ka hûn dikin dibîne.”

Choose other languages: